کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Berga pirtûka Ber bi Etîmolojiya Kurdiyê ve Kirmancî (Zazakî), Hewramî, Kurmancî, Kurdiya Navîn (Soranî)” Wêne: Wate

Berga pirtûka Ber bi Etîmolojiya Kurdiyê ve Kirmancî (Zazakî), Hewramî, Kurmancî, Kurdiya Navîn (Soranî)” Wêne: Wate

Çand û Huner

Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket

RÛDAW

RÛDAW

29-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW29-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt
Çand û Huner18-11-2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt
Çand û Huner17-11-2026

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir
Çand û Huner16-11-2026

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Berhemeke nû ya Mihemed Malmîsanij “Ber bi Etîmolojiya Kurdiyê ve Kirmancî (Zazakî), Hewramî, Kurmancî, Kurdiya Navîn (Soranî)” derket.

Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Wateyê ve hatiye çapkirin.

Ev xebat bi taybetî li ser kokên peyvên zaravayê Kirmanckî (Zazakî) disekine û wan bi peyvên zaravayên din ên Kurdî re dide ber hev.

Di pirtûkê de qala zaravayên Kirmanckî (Zazakî), Hewramî, Kurmancî û Kurdiya Navîn (Soranî) tê kirin.

Vekolîna kokên peyvên Kurdî

Ev xebata ku koka peyvên Kirmancî (Zazakî) vedikole, ne tenê ceribandineke etîmolojiyê ye, ew di heman demê de girêdanên dîrokî û zimannasî yên zimanê Kurdî jî dinirxîne.

Di pirtûkê de peyv ji aliyê wate, şêwe û guherîna dengan ve bi hûrgulî hatine nirxandin.

Her wiha wekhevî û cudahiyên di navbera zaravayan de hatine eşkerekirin.

Rêbazeke zanistî û sîstematîk

Pirtûk bi nêzîkatiyeke sîstematîk û zanistî hatiye amadekirin da ku valahiya di vî warî de tijî bike.

Di berhemê de peyvên wan zimanên ku bi alfebeya Latînî tên nivîsandin bi şêwazê wan ê orjînal hatine parastin.

Her wiha peyvên ku bi alfebeyên Erebî, Kirîlî yan ên din hatine nivîsandin, bilêvkirina wan a bi tîpên Latînî di nav parantezên de hatiye nîşandan.

Ji bo lêkolîneran çavkaniyeke bingehîn

Ev berhema ku li ser etîmolojiya zimanê Kurdî zanyariyên nû pêşkêş dike û rêbazeke micid pêşniyar dike, ji bo lêkolîneran û her kesê ku bala wî li ser zimên e, çavkaniyeke girîng e.

Pirsên