کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Çand û Huner

Zanîngeha Artukluyê arşîva Kurdî ya Aleksandre Jaba wekî 15 cildan çap kir

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

06-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

06-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt
Çand û Huner18-11-2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt
Çand û Huner17-11-2026

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir
Çand û Huner16-11-2026

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir

Mêrdîn (Rûdaw) - Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê bi hevkariya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê, arşîv û pirtûkên dîplomatê Rûs Aleksandre Jaba wekî 15 cildan çap kirin.

Ev arşîva Aleksandre Jaba beriya 170 salan bi tîpên Erebî û Latînî yên Kurdî hatiye nivîsandin û li Petersburga Rûsyayê dihat parastin.

Ji Mem û Zînê heta çîrokên hezar salî

Dewleta Tirkiyeyê bi awayekî fermî ev koleksiyona Kurdî çap kir.

Di nava vê koleksiyonê de ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî heta helbestên Feqiyê Teyran, ji urf û adetên Kurdan heta çîrokên bi hezaran salan ên bav û kalan cih digirin.

Di nava van pirtûkên ku nû ji çapê derketine de, berhemên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Mele Mehmûdê Bazîdî hene.

Dîroka koleksiyonê

Beriya 170 salan, dîplomatê Rûs Aleksandre Jaba li Konsulxaneya Erziromê kar dikir.

Wê demê wî Mele Mehmûdê Bazîdî nas kir.

Mele Mehmûdê Bazîdî gotiye û Aleksandre Jaba jî nivîsiye.

Ji wê rojê heta niha destan, helbest û çîrokên herî navdar ên Kurdî di vê koleksiyonê de li Petersburga Rûsyayê dihatin parastin.

Yek ji xalên herî girîng ên vê koleksiyonê jî ew e ku Mele Mehmûdê Bazîdî bi tîpên Erebî nivîsiye û Aleksandr Jaba jî ew kirine Latînî.

Êdî ev koleksiyon bi vê çapa nû, bû hîmeke bingehîn a wêjeya Kurdî.

"Xebateke antropolojîk e"

Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Îbrahîm Tarduş li ser girîngiya berhemê axivî û got:

“Dema xwendekar û lêkolîner vê koleksiyonê bi dest bixin dê serdema beriya 170 salan a Kurdan hîs bikin.

Çimkî hem helbestên me tê de hene, hem çîrokên me û hem jî adetên me tê de hene.

Ji aliyekî ve jî belkî ev yekemîn etnografyaya Kurdan a Mele Mehmûdê Bazîdî be ku li ser adetan nivîsiye. Ev xebateke antropolojîk e.

Dema em lê dinêrin 13 xebat in lê wekî nusxe 69 nusxe ne. Me jî wekî 15 cildan çap kirin.”

"Bariyera psîkolojîk hat şikandin"

Li gorî birêvebirên Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê kevinbûn û resenîbûna van destxetan li aliyekî ye lê ya herî girîng ew e ku cara yekem e ev qasî berhem bi hev re bi awayekî fermî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tên çapkirin.

Rektoriya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin danasîna koleksiyona Aleksandr Jaba kir.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Prof. Dr. Ehmed Kirkan jî got:

“Bi dîtina min du xal girîng in. Ya yekem dewletê bi wezareta xwe ev kar girtiye ser milê xwe. Ya duyem jî ew bariyera psîkolojîk a li ser Kurdî hatiye şikandin.”

Nûçeyên Têkildar

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt
Çand û Huner18-11-2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt
Çand û Huner17-11-2026

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir
Çand û Huner16-11-2026

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir

Pirsên