Amed (Rûdaw) - Du birayên Amedî bi salan e hostetiya biryanê dikin ku xwarina navdar a Sêrt û Bedlîsê ye. Wan, ev xwarina navdar aniye Amedê jî.
Elî û Huseyîn Guvenên Amedî ji bo çêkirina biryanê tendûreke taybet çêkiriye.
Kûrahiya vê tendûrê 3 metre ye. Ew, li her du xwaringehên xwe yên cuda biryanê difiroşin.
Biryan ango parêv xwarineke goşt e û taybet e bi Sêrt û Bedlîsê.
Her du bajar jî dibêjin ev xwarin aîdî me ye. Lê vaye êdî Amed jî tevlî vê hevrikiyê bûye.
Her du birayên destpêşxer niha hem li Pîşesaziya Duyemîn hem jî li Pîşesaziya Çaremîn a bajêr biryanê difiroşin.
Ev dîmenên ku dilê mirov dibijînin ji Taxa Huzurevleriyê ya Peyasa Amedê ne.
Goştê biryanê ango parêv nêzîkî 3 saetan di tendûreke 3 metreyan kûr de dipije.
Piştî ku wekî xurmê sor dibe ji tendûrê tê derxistin.
“Bi agir napije”
Hosteyê biryanê Huseyîn Guven got, “Ev goştê berxikan e. Ev goşt bi hilmê dipije, bi agir napije."
Huseyîn Guven diyar kir ku goşt bi serê xwe di 2 saetan de dipije û got, "Rûnê xwe berdide û biryana me bi vî awayî derdikeve."
Hosteyê Amedî destnîşan kir ku ev xwarin li Amedê kêmasiyek bû û wiha axivî:
"Biryan li Sêrt û Bedlîsê hebû, me got li Amedê kêmasî ye, bila li Amedê jî hebe.
Her kes dibêje ev li Amedê kêmasiyek bû û we baş kir ku we biryan anî.
Li şaxa me yê Pîşesaziya Çaremîn jî yê Pîşesaziya Duyemîn jî biryana me heye.”
Biryan, ango parêv xwarineke kevnar a pêjgeha Kurdan e.
Ev xwarin bi taybetî jî li Sêrt û Bedlîsê pêşengiya gastranomiya herêmê dike. Her wiha geştiyaran dikişîne wan bajaran.
"Ji ya Sêrtê xweştir e"
Hosteyê biryanê Elî Guven jî wiha anî zimên, “Gelek mêvanên me ji Sêrtê jî hatine.
Welehî wan ji me re got biryana we ji ya Sêrtê xweştir e.
Karê me bi Sêrt û Bedlîsê nîne, em biryana xwe li Amedê çêdikin. Ka ya kê ye, ew bi xwe dizanin."
Elî Guven behsa kêfxweşiya mişteriyên xwe kir û got:
"Dema me nû dest pê kir wellehî mişteriyan spasiya me dikir.
Digotin 'Xwedê ji we razî be ku we biryan aniye Amedê, êdî em ji vir heta Sêrtê ji bo biryanê naçin'.”
Huseyîn û Elî li Pîşesaziya Duyemîn û Pîşesaziya Çaremîn a Amedê, di her du xwaringehên xwe de hezkiriyên biryanê diezimînin.
Welatî jî ji ber ku êdî dikarin li Amedê biryanê bixwin gelekî kêfxweş in.
Welatiyê bi navê Serbest Bîlîcî got, "Vaye nêzîkî salekê ye em bi hevalan re tên vê derê.
Niha wan şaxeka din jî vekiriye. Tama wê gelekî xweş e. Ez pêşniyar dikim."
Welatî Ekrem Kurt jî hestên xwe wiha anîn zimên:
“Berê ji bo xwarina biryanê em diçûn Bedlîs û Sêrtê. Niha êdî hatiye ber lingên me.”
Li aliyekî nîqaşa "Biryana Bedlîsê yan a Sêrtê ye" didome lê biryan êdî bûye yek ji xwarinên Amedê jî.
Her kesê ku vê tamê meraq dike êdî dikare were Amedê.