کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Çand û Huner

Mewlûda Melayê Bateyî: Ji şînan heta şahiyan sê sed sal in ji ser zimanê Kurdan nakeve

Abdulselam Akinci

Abdulselam Akinci

29-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Abdulselam Akinci
Abdulselam Akinci29-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt
Çand û Huner18-11-2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt
Çand û Huner17-11-2026

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir
Çand û Huner16-11-2026

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir

Wan (Rûdaw) - Mewlûda Melayê Bateyî nêzîkî sêsed salî ye li ser zimanê civaka Kurd e.

Ev berhem di şînan, şahiyan û di her rîtuelekî civakî de ji bo xêr û bereketê bi meqam û qaîdeyên cuda tê xwendin.

Mewlûda Bateyî bi vî rengî ye ku her Kurdekî xwende yan nexwende dema mewlûd tê xwendin dizane ku ew a Melayê Bateyî ye.

Mîrateya sêsed salî

Dengê Mewlûda Melayê Bateyî bi meqam û awayên herî delal li bin pêşa Kela Wanê ji qirika dengxweşên medreseyan olan dide.

Melayê Bateyî nêzîkî sêsed salî berê, ev berhem bi peyvên herî resen ên Kurmancî nexşandiye.

Wî di vê berhemê de bi zêdetirî 550 beytan pesnê Pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed daye û çîroka jidayîkbûna wî raxistiye ber çavan.

Ji wê rojê heta îro, sêsed sal e Mewlûda Bateyî wekî mîrateyeke herî zindî û jêveneger di kûrahiya canê civaka Kurdan de cih girtiye.

“Eşqa pêxember zêdetir dibe”

Mele Ebdurehman Turun li ser bandora mewlûdê got, “Me heta roja îro guhdariya Mewlûda Seydayê Mele Huseynê Bateyî kiriye.

Ji ber wê eşqa pêxember zêdetir dibe. Meqam jî hema ji dilê mirov çawa were û bixwîne çêtir dibe.”

Mele Yehya Kaya jî diyar kir ku ew di medreseyan de hînî mewlûdê bûye û wiha axivî:

“Ez ji 15-16 saliya xwe ve heta îro mewlûdê dixwînim.

Li medreseyan seydayên me yên dengxweş hebûn, me li gorî wan dixwend û em niha jî wî meqamî didomînin.

Xwedê Teala her tişt ji bo Pêxember çêkiriye. Dema mirov heyata wî dixwîne dilê mirov dişewite.”

4 meqamên sereke

Mele Firat Olmez jî bal kişand ser meqaman û got, “Ji vî meqamî re dibêjin meqamê Ehmedayê.

Her kes bi meqamê xwe dixwîne lê min ji vî meqamî hez kir.”

Kurdên misilman xwendina mewlûdê di şîn, şahî, şevên qendîlan, jidayîkbûna zarokan û dawetan de wekî erkeke pîroz dibînin.

Her mewlûdxanek jî bi meqamekî taybet can dide van beytan.

Mele Fazil Yilmaz li ser meqaman ev agahî dan, “Mewlûda Kurdî bi gelemperî bi 4 meqaman tê xwendin.

Yek meqamê ûşaq e ku dibêjin meqamê aşiqan e. Yek meqamê hîcaz e, yek meqamê huseynî ye, yek jî meqamê gerdaniyê ye.”

Li gorî pisporên wêjeya klasîk a Kurdî, piştî Melayê Bateyî nêzîkî 100 mewlûdên din bi Kurmancî, Soranî û Zazakî hatine nivîsandin.

Lê belê ti yek ji wan negihîştiye lûtke û bandora Mewlûda Bateyî.

Ew dibêjin heta ku dinya ava be ev mewlûda pîroz dê li ser zimanê Kurdan bimîne.

Nûçeyên Têkildar

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt
Çand û Huner18-11-2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt
Çand û Huner17-11-2026

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir
Çand û Huner16-11-2026

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir

Pirsên