Mêrdîn (Rûdaw) - Koma navdar a muzîka Kurdî Koma Amedê di dîroka xwe de cara yekem li Mêrdînê konserek li dar xist.
Ji Mêrdînê û ji bajarên derdorê bi hezaran hezkiriyên komê li qada konserê kom bûn.
Konser di çarçoveya şahiyên biharê de ji aliyê Şaredariya Artukluyê ya Mêrdînê ve hat lidarxistin.
Koma Amedê bi stranên xwe yên herî xweş bajarê Mêrdînê hejand.
Hezkiriyên komê jî bi hevahengî beşdarî stranan bûn û li bibîranînên xwe şeveke dîrokî zêde kir.
Welatiyê bi navê Hogir Egîd diyar kir:
“Koma Amedê wê neteweperweriya ku ji bo me û Kurdistana me pêwîst e derdixe.
Ji bo me gelekî giring e ku îro Koma Amedê li vir e. Em jî ji Geverê hatine vir.”
Helîme Elçiyê jî anî ziman, "Şeveke pir xweş e. Kêfa me gelekî tê."
Serdar Saylik jî bi bîr anî ku Koma Amedê piştî 30 salan li vir e û ew gelekî bi coş in.
Welatiyekî din jî bi dirûşma "Her bijî Kurdistan, her bijî Koma Amed" kêfxweşiya xwe nîşan da.
Yunus Sicak û Emrullah Başçi jî destnîşan kir ku roja wan pir xweş derbas bûye.
Fenomekî bi navê Xezebo jî eşkere kir ku ew herî zêde ji strana "Kulîlka Azadî" hez dike û cihê wê li cem wî cuda ye.
Endamên komê: Em serfiraz in
Endamên Koma Amedê ku di dîroka xwe de cara yekem li Mêrdînê derketin ser dikê, kelecana xwe anî ziman û spasiya hezkiriyên xwe kir.
Serhedê endamê komê got, "Dema behsa Mêrdînê tê kirin, ew di jiyanê de zêdetir bi Kurdî diaxivin, ez gelekî kêfxweş im."
Hunermend Memo jî diyar kir ku ew li bajarekî wiha kevnar û Kurdewar pir serfiraz in.
Hunermend Silêman jî li ser êşên berê axivî û got:
"Me li ser axa xwe û li welatê xwe jiyaneke însanî nedît.
Ev di dilê me de kul û kederek bû. Em niha vê kul û kedera dilê xwe paqij dikin."
Hunermend Ehmed jî destnîşan kir:
“Me demeke dirêj e dixwest ku werin Mêrdînê û niha ev derfet çêbûye.
Derfeteke wiha çêbû û em hatin. Xelkê me jî jî bo me kom bûye.”
Endamên komê ragihand ku ew dê di demên pêş de li bajarê Wanê û gelek bajarên din jî konseran li dar bixin.