Hewlêr (Rûdaw) – Seroka Lijneya Birîvebiriya Federasyona Zanist û Bijîşkiyê ya Kurdistanê ya li Brîtanyayê Dr. Hero Xoşnaw ragihand ku ew amade ne her cûre piştgiriya zanistî bidin lêkolînerên li Herêma Kurdistanê.
Hero Xoşnawê bal kişand ser kêmasiya daneyên berfireh ên derbarê nexweşiyên kêmpeyda ên li herêmê û bangî Wezareta Tenduristiyê kir ku binesaziya statîstîkî bihêz bike.
Di Konferansa 3yemîn a Salane ya Bijîşkî û Zanistê de ku ji aliyê Federasyona Zanist û Bijîşkiyê ya Kurdistanê ya li Londona paytexta Brîtanyayê hat lidarxistin, teknolojiyên bijîşkî yên nûjen û pêvajoyên dermankirina nexweşiyên kêmpeyda hatin nirxandin.
Hero Xoşnaw ku di çalakiya bi temaya “Bi Rêya Înovasyona Bijîşkî û Zanistî Şekildana Pêşerojê” de axivî, tespîtên giring ên derbarê binesaziya tenduristiyê ya li herêma Kurdistanê parve kirin.
“Bêyî statîstîkê, lêkolîneke baş nayê kirin”
Hero Xoşnawê ji Rûdawê re diyar kir ku di konferansê de bi taybetî rêbazên dermankirinê yên herî nûjen û înovatîf ên li cîhanê hatine nîqaşkirin.
Wê bal kişand ser wê yekê ku li Herêma Kurdistanê di warê nexweşiyên kêmpeyda de valahiyeke cidî ya daneyên zanistî heye û wiha got:
“Em rêbazên herî nû yên dermankirina nexweşiyên kêmpeyda ên li cîhanê dinirxînin lê mixabin ji bo ku mirov karibe li Herêma Kurdistanê lêkolînên berfireh li ser van nexweşiyan bike, bingeheke pêbawer û zelal a daneyên statîstîkî tune ye.
Pêwîst e Wezareta Tenduristiyê ya Kurdistanê giringiyeke pir mezin bide komkirina statîstîkan û pergala qeydkirinê.
Çimkî dermankirin û birêvebirina rast a nexweşiyên ku mirov dikare pêşî li wan bigire yan jî wan bixe bin kontrolê, tenê bi daneyên saxlem gengaz e.”
Di rûniştinên konferansê de, behsa nexweşiyên genetîk hat kirin ku li Herêma Kurdistanê û bi giştî li Îraqê hebûna wan tê zanîn lê lêkolînên qadê yên têrker li ser wan nehatine kirin.
Di vê çarçoveyê de, nexweşiya Atrofiya Masûlkeyan a Spînalê (SMA) ku di nav her 6 hezar heta 10 hezar jidayikbûnan yekê de dîtin wekî nimûne hat nîşandan û hat destnîşankirin ku di tespîtkirina zû û şopandina dermankirinê de bingeha daneyên neteweyî roleke jiyanî dileyize.
Piştgiriya eşkere ji bo lêkolînerên Kurdistanê
Dr. Xoşnawê bal kişand ser wê yekê ku ew amade ne bi Fakulteyên Bijîşkî û lêkolînerên li Kurdistanê bi hev re bixebitin û diyar kir ew dixwazin ezmûnên bijîşkan û zanyarên li dîasporayê veguhêzin herêmê.
Federasyona Zanist û Bijîşkiyê ya Kurdistanê ya li Brîtanyayê ku ji sala 1988an û vir ve xebatên xwe dimeşîne li gel akademîsyen, bijîşk û lêkolînerên di nav xwe de, pêşkêşkirina raporên birêkûpêk û pêşniyarên polîtîkayê yên li ser pergalên rêveberiya nûjen, standardên bijîşkî û lêkolînên klînîkî ji bo saziyên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê didomîne.




