کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Zêr / Wêne: Arşîv

Zêr / Wêne: Arşîv

Aborî

Di nava sê rojan de onsa zêr 300 dolarî erzan bû

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

11-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran11-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî
Aborî18-11-2026

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû
Aborî17-11-2026

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe
Aborî16-11-2026

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Îro daketina bihayê zêr a çend rojên borî domî û bihayê onsa zêr ket bin 4 hezar û 60 dolarî.

Bi vî awayî, di nava sê rojan de onsa zêr 300 dolarî ji qîmetê xwe winda kir.

Îro di çend demjimêrên ewil ên vebûna bazaran de, bihayê zêr heta 4 hezar û 22 dolaran jî daket.

Ev ji 21ê Çiriya Paşîn û vir ve asta herî nizm e, ango asta herî nizm a şeş mehên borî ye.

Amarên firotinê tên eşkerekirin

Bazirgan îro li bendê ne ku amarên girîng ên firotina bikom eşkere bibin ku dê piştî nîvro werin belavkirin.

Doh amarên enflasyonê ku tê de hatibû eşkerekirin bihayên bikarberan zêde bûne, zerer da bihayê zêr.

Pisporê bazarên darayî yê şirketa StoneXê Matt Simpson li ser vê mijarê axivî û got:

“Bihayê 4 hezar dolaran asteke diyar e ku dikare kiryaran bikişîne da ku qezenceke bilez bi dest bixin.

Dibe ku ew kiryarên zerer kirine, ji bo qerebûkirina zererên xwe li astên nêzîkî 4 hezar dolaran dest bi kirîna zêr bikin."

Amarên doh nîşan da ku bihayên bikarhêneran di meha borî de gihîştine asta herî bilind a sê salên borî.

Îro jî dê amarên firotina bikom werin belavkirin ku bi rêya pêşbîniya PPIyê tên eşkerekirin.

Tê pêşbînîkirin ku amarên doh û îro dê berê bihayê zêr a di demeke kurt de diyar bikin.

Her çend zêr wekî stargeheke aram a hilberînê tê dîtin lê aloziya li Rojhilata Navîn bandoreke erênî lê nekir.

Şer di navbera Amerîka û Îranê de ku zêdetirî sê mehan e didome, nikarîbûn piştgiriyekê bidin bihayê zêr.

Dibe ku faîz bê bilindkirin

Li gorî rapirsiyan, bazirganan niha îhtimala zêdetirî ji sedî 70 daniye ser wê yekê ku Banka Navendî ya Amerîkayê faîza bankê bilind bike.

Ev jî ji bo kontrolkirina enflasyonê wekî gaveke mecbûrî tê dîtin.

Artêşa Amerîkayê doh ragihand ku Amerîkayê li dijî çend armancên li nav Îranê dest bi qonaxeke nû ya êrişan kiriye.

Ev yek çend demjimêr piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî dabû.

Trump gef xwaribû ku eger peymana aştiyê neyê îmzekirin, dê êrişên nû bike.

Nûçeyên Têkildar

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî
Aborî18-11-2026

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû
Aborî17-11-2026

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe
Aborî16-11-2026

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe

Pirsên