Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê pêncşemê bi awayekî berbiçav zêde bû.
Ev yek piştî wê yekê hat ku Tehranê girtina Tengava Hurmizê eşkere kir.
Ev tengav ji bo veguhastina enerjiyê xaleke stratejîk û gelekî girîng e.
Trump: Em dê bi tundî bombebaran bikin
Biryara Îranê piştî êrişên nû yên Amerîkayê yên li ser wî welatî hat.
Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da û got eger peymana aştiyê neyê îmzekirin ew dê êrişên tundtir bikin.
Donald Trump êvara çarşemê ji nûçegihanê Fox Newsê re axivî.
Trump eşkere kir ku dê ew êriş di demeke nêzîk de bên sekinandin.
Lê wî hişyarî da ku eger serkirdeyên Îranê yekser peymanekê bi Amerîkayê re îmze nekin ew dê wan bi tundî bombebaran bikin.
Bihayê petrolê zêde bû
Bihayê petrola Brent dolarek û 48 sent zêde bû û gihîşt 94 dolar û 58 sentan.
Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî dolarek û 71 sent zêde bû û ew jî gihîşt 91 dolar û 74 sentan.
Di demjimêrên destpêkê yên vekirina bazarên Asyayê de bihayê petrola sivik a Teksasê heta 3 dolaran jî zêde bû.
Lê piştî çend demjimêran beşek ji qezenca xwe ji dest da.
Pisporên Banka INGyê ji mişteriyên xwe re got:
"Ev rûdan nîşan didin ku îmzekirina peymanê hîn dûr e. Dê di veguhastina enerjiya Kendavê de astengiyên tund derkevin.
Rûdanên nû yên şer û pevçûnan bûn sedem ku di dan û standinên sibehê de bihayê petrolê zêde bibe."
Îran: Em dê êrişî keştiyan bikin
Fermandariya Bilind a Hevbeş a Leşkerî ya Îranê îro daxuyaniyek da.
Wê girtina Tengava Hurmizê ya li ber keştiyên petrolê û bazirganiyê eşkere kir.
Fermandariyê destnîşan kir ku ew dê êrişî her keştiyên ku bixwaze derbas bibe bikin.
Amerîkayê êrişî Îranê kir
Hêzên Amerîkayê îro li Îranê dest bi êrişan kir û çend cihên li Îranê kirin hedef.
Artêşa Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Artêşê diyar kir ku çûn û hatina keştiyên bazirganiyê ya li tengavê didome.
Her wiha Artêşê red kir ku ti keştiyên şer ên Amerîkayê li tengavê hatibe lêdan.
Ev daxuyanî piştî îdiayên medyaya Îranê hat dayîn.
Medyaya Îranê îdia kiribû ku keştiyên Amerîkayê li Tengava Hurmizê bi mûşek û dronan bûne armanc.
Depoyên petrolê kêm bûne
Li aliyê din, Îdareya Zanyariyên Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA) amarên nû eşkere kirin.
Îdareyê da zanîn ku depoyên petrola xav ên Amerîkayê hefteya borî 7,2 milyon bermîl kêm bûne.
Bi vî awayî daketine 426,5 milyon bermîlî.
Di demekê de ku pisporan tenê kêmbûna 4 milyon bermîlî pêşbînî dikir.
.webp&w=3840&q=75)


