Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînan a Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES-AR) ragihand ku meha hezîrana îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê yê malbateke ji 4 kesan pêk tê gihîştiye 48 hezar û 619 lîreyan (nêzîkî hezar û 50 dolarî).
Her wiha sînorê hejariyê yê heman malbatê jî 119 hezar û 344 lîre (2 hezar û 577 dolar) derbas kiriye.
Sendîkaya Kedkarên Buroyê doh bi daxuyaniyeke rojnamegerî amarên meha hezîranê yên li ser krîza aborî û xerciyên jiyanê bi raporekê eşkere kirin.
Sînorê birçîbûnê û hejariyê
Serokê BES-ARê Ozer Avanaş di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ji bo malbateke karmend a 4 kesî karibe bi awayekî tendurist xwarinê bixwe, divê her meh tenê 48 hezar û 619 lîreyan ji bo xwarinê xerc bike.
Ev yek wekî "sînorê birçîbûnê" tê pênasekirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku xerciya mehane ya jiyanê ya ji bo kedkarekî tenê (ezeb) jî gihîştiye 77 hezar û 197 lîreyan.
“Meaş di sê mehan de heliya”
Ozer Avanaş bal kişand ser bihabûna li bazaran û got:
"Xerciya mehane ya ku xwarin, cil, xanî, çûn û hatin, perwerde û tenduristiyê li xwe digire, 119 hezar û 344 lîre derbas kiriye."
Avanaş da zanîn ku xerciya rojane ya xwarineke tendurist jî niha ji hezar û 600 lîreyî zêdetir e û wiha pê de çû:
"Ew zêdehiya meaş a ku desthilatê wekî 'zêdekirina sefaletê' li ser me ferz kiriye, di sê mehên destpêkê de heliya.
Windahiya di meaşê karmendekî de 11 hezar û 400 lîre derbas kiriye."
Bangî hikûmetê kir
BES-ARê bangî hikûmetê kir ku dest ji polîtîkayên meaşên kêm berde da ku kedkar hîn zêdetir feqîr nebin û got:
"Em careke din bangî desthilatê dikin ku dest ji van polîtîkayên ku me mehkûmî hejarî û birçîbûnê dikin, berdin.
Ji bo nehiştina windahiyên me yên aborî, divê sererastkirineke nû ya yasayî were kirin ku mafê grevê û nûnertiya wekhev misoger bike."



