Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê dixwaze bi planeke qonax bi qonax di nava du mehan de hilberîna petrola xav di rojê de derxe ser 3 milyon bermîlan.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm Rukabî ji Rûdawê re axivî û eşkere kir ku şirketan dest bi kar kir.
Li aliyê din, rayedarên qada petrolê ya Rumeyleyê ya li Basrayê xwest ku kapasîteya wan a hilberîna rojane derkeve 550 hezar bermîlan.
Selîm Rukabî behsa hedefên nû yên li ser hilberîna petrola welêt kir.
Wî diyar kir ku wezaret ji bo zêdekirina kapasîteya hinartin û vegerandina rewşa beriya şer stratejiyeke berfireh bi rê ve dibe û got:
“Planeke wezareta me heye ku em hilberîna petrola xav bi awayekî paralelî zêdebûna kapasîteya hinardekirinê qonax bi qonax zêde bikin.
Em dixwazin rewşê vegerînin asta beriya şer."
Rukabî destnîşan kir ku armanca serekî ya wezaretê ew e ku di nava du mehan de asta hilberînê rojane derxîne ser 3 milyon bermîlan û wiha domand:
“Di qonaxa niha de bala me ya serekî bi taybetî li ser qadên ku gaza xwezayî (LPG) hildiberînin e."
Li Qada Rumeyleyê daxwaza zêdekirina hilberînê
Li gorî belgeyeke fermî ku Rûdaw gihîştiyê, rayedarên qada petrolê ya Rumeyleyê ya li Basrayê daxwaz kir ku hilberîna petrolê ya rojane 200 hezar bermîlên din were zêdekirin.
Kapasîteya hilberîna rojane ya vê qada mezin berê 350 hezar bermîl bû.
Heger ev daxwaz were pesendkirin, tê çaverêkirin ku kapasîteya hilberînê ya giştî rojane bibe 550 hezar bermîl.
"Şirketên Çînî li qadan man"
Rukabî qala xebatên şirketên petrolê yên biyanî yên li qadên Îraqê jî kir.
Wî destnîşan kir ku pêvajoyên hilberînê lez girtiye û wiha pê de çû:
"Beşeke mezin a şirketan, bi taybetî jî şirketên Çînî li cihên xwe yên li qadan man.
Her şirketa ku amadehiyên xwe yên teknîkî û xebatên xwe yên li ser hilberîna petrolê temam kirin, derbasî pêvajoya destpêkirina hilberînê bû."
Li gorî amarên Wezareta Petrolê ya Îraqê, niha hilberîna petrolê ya giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê rojane nêzîkî 1,5 milyon bermîlan e.
Wekî ku tê zanîn, di civîna koma OPEC+ ya 7ê Hezîrana 2026an de biryar hatibû dayîn ku ji meha Tîrmehê û pê ve hilberîna petrolê ya cîhanî rojane 188 hezar bermîl were zêdekirin.
Beşa ku dê Îraq ji vê zêdebûnê wergire di rojê de wekî 26 hezar bermîl hat diyarkirin.
Lê şerê ku li herêmê didome, li ser xetên veguhastina enerjiyê dilgiraniyên cidî yên ewlehiyê çêdike.
Li Tengava Hurmizê ku zêdetirî ji sedî 90ê petrola Îraqê tê re tê hinartin, di derbasbûna tankerên petrolê de astengî û pirsgirêk didomin.


.webp&w=3840&q=75)
