Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zêr daketina xwe ya mehane ya herî mezin a ji sala 2008an û vir ve tomar kir.
Nediyariyên girêdayî şerê Îranê bûn sedem ku bazirgan li bendê bin ku Banka Navendî ya Amerîkayê ji bo kontrolkirina enflasyonê faîza bankê bilind bike.
Piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê onseke zêr îro bi rêjeya ji sedî 1,5 daket û niha ons bi 3956 dolaran e.
Li gorî vê yekê, bihayê zêr vê mehê ji sedî 12,7ê nirxê xwe ji dest daye.
Ev jî daketina mehane ya herî mezin a bihayê zêr a ji meha Çiriya Pêşîn a 2008an û vir ve ye.
Her wiha bihayê zêr ji sala 2024an ve yekem daketina xwe ya demsalî dibîne.
Daketina bihayê zêr a di çaryeka duyem a îsal de, daketina herî mezin a ji sala 2013an ve ye.
"Enflasyoneke bilindtir heye"
Analîstê Şirketa Şêwirmendiyê ya Marexê Edward Meir li ser mijarê axivî û got:
"Enflasyoneke bilindtir heye. Tu li benda bilindkirina faîza bankê yî û dolarekî te yê xurt jî heye ku bandora hemû faktorên din ên erênî ji holê radike.
Sedemên sereke yên daketina berbiçav a bihayê zêr ev in."
Bihayê zêr di jîngeheke ku faîza bankê lê bilind e de nikare zêde bibe.
Çav li amarên bazara kar in
Li gorî rapirsiyan, niha egera bilindkirina faîza bankê di îlona îsal de bi qasî ji sedî 64an zêde bûye.
Bazirganên zêr niha li benda amarên bazara kar a Amerîkayê ne ku dê vê hefteyê werin belavkirin.
Ev amar dikarin bandorê li nêrîna Banka Navendî ya Amerîkayê ya li ser siyaseta diravî bikin.



