Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, ji 1ê Tîrmehê û pê ve bihayê nanê somun ê 220 gramî dibe 18 lîre.
Odeya Esnafên Nanpêj û Berhemên Hevîrî ya Mereşê lîsteya nû ya bihayan pesend kir.
Biha nan û kel û pelên din dê ji 1ê Tîrmeha 2026an û pê ve li firinên bajêr li gorî vê lîsteya nû bin.
Bihayê nanê somun bû 18 lîre
Li gorî biryara nû, bihayê nanê somun ê 220 gramî ku heta niha 15 lîre bû, wekî 18 lîre hat diyarkirin.
Her wiha bihayê nanê cot ê 440 gramî yê somun jî bû 36 lîre.
Di lîsteya nû de bihayê kîlogrameke nanê somun wekî 81,81 lîre cih digire.
Bihayên nû yên cureyên din ên nan
Di lîsteya ku hatiye pejirandin de bihayên cureyên din ên nan jî bi vî rengî ne:
Nanê bikuncî (220 gram): 23 lîre
Nanê bikepek (220 gram): 30 lîre
Nanê genimê reş: 35 lîre
Nanê çewder: 40 lîre
Nanê biçûk ê pakêtkirî (50 gram): 7 lîre
Ev biryara bihayên nû dê ji 1ê Tîrmeha 2026an û pê ve were bicihkirin.



