Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK), di gulanê de hinartin li hemberî heman meha sala borî ji sedî 9,5 kêm bûye û daketiye 22 milyar û 461 milyon dolaran.
Di heman demê de, hawirde jî ji sedî 10,8 kêm bûye û daketiye 28 milyar û 71 milyon dolaran.
Kurtiya bazirganiya derve di vê serdemê de bi bi qasî ji sedî 15,6 kêm bûye û daketiye 5 milyar û 610 milyon dolaran.
Rêjeya dabînkirina hawirdeyê ya bi rêya hinardeyê jî derketiye ji sedî 80yî.
Di serdema kanûna paşîn-gulanê de rewşa giştî
Li gorî pergala bazirganiya giştî, amarên serdema kanûna paşîn û gulanê yên ku bi hevkariya TUÎKyê û Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê hatine amadekirin bi vî rengî ne:
Hinartin: Bi zêdebûna ji sedî 0,2 derketiye 111 milyar û 118 milyon dolaran.
Hawirde: Bi zêdebûna ji sedî 1,1 gihîştiye 153 milyar û 834 milyon dolaran.
Kurtiya Bazirganiyê: Bi zêdebûna ji sedî 3,6 derketiye 42 milyar û 716 milyon dolaran.
Rêjeya dabînkirina hawirdeyê ya bi rêya hinartinê, ji sedî 72,9ê sala borî daketiye ji sedî 72,2yan.
Kurtiya bazirganiyê bêyî enerjî û zêr 525 milyon dolar e
Dema ku berhemên enerjiyê û zêrê nediravî li derve tên hiştin, tabloya meha Gulanê wiha ye:
Hinartin: Ji sedî 11,5 kêm bûye (20 milyar û 500 milyon dolar).
Hawirde: Ji sedî 16,2 kêm bûye (21 milyar û 25 milyon dolar).
Kurtiya Bazirganiyê: Wekî 525 milyon dolarî hatiye tomarkirin.
Asta Bazirganiyê: Bi kêmbûna ji sedî 13,9 bûye 41 milyar û 525 milyon dolarî.
Rêjeya Dabînkirinê: Derketiye ji sedî 97,5an.
Di hinartinê de para sektoran
Di gulanê de, di nav tevahiya hinartinê de pîşesaziya hilberînê giraniya xwe parastiye.
Li gorî rêjeyên gulanê û serdema kanûna paşîn-gulanê dabeşkirin wiha ye:
Pîşesaziya hilberînê: Ji bo gulanê ji sedî 94,5; ji bo kanûna paşîn-gulanê ji sedî 93,8.
Çandinî, daristanî û masîgirî: Ji bo gulanê ji sedî 3,3; ji bo kanûna paşîn-gulanê ji sedî 3,8.
Madenkarî û kevirbirî: Ji bo gulanê ji sedî 1,6; ji bo kanûna paşîn-gulanê ji sedî 1,7.
Di hawirdeyê de jî dabeşkirina li gorî komên aborî yên berfireh (ji bo meha gulanê) ev e:
Kel û pelên navber (malên navîn): Ji sedî 72,7
Kel û pelên serfkirinê (mezaxtinê): Ji sedî 13,8
Kel û pelên sermayeyê: Ji sedî 13,4
Hevkarên sereke yên bazirganiyê
Di gulanê de welatên ku herî zêde bazirganî bi wan re hatiye kirin ev in:
Welatên ku herî zêde hinarde ji bo wan hatiye kirin:
Almanya: 1 milyar û 714 milyon dolar (Di serdema kanûna paşîn-gulanê de jî bi 9,27 milyar dolarî di rêza yekem de ye)
Amerîka: 1 milyar û 1520 milyon dolar
Brîtanya: 1 milyar û 380 milyon dolar
Îtalya: 1 milyar û 144 milyon dolar
Spanya: 922 milyon dolar (Para van pênc welatan di nav tevahiya hinardeyê de ji sedî 29,7 e)
Welatên ku herî zêde hawirde ji wan hatiye kirin:
Rûsya: 3 milyar û 758 milyon dolar
Çîn: (Di serdema kanûna paşîn-gulanê de bi 21,03 milyar dolaran di rêza yekem de ye)
Almanya
Amerîka
Îtalya: (Para van pênc welatan ji tevahiya hawirdeyê ji sedî 40,9 e)
Bandorên demsalî û salnameyê
Li gorî amarên ku ji bandorên demsalî û salnameyê hatine paqijkirin, di gulanê de li hemberî meha pêşîn hinartin ji sedî 0,8, hawirde jî ji sedî 1,9 kêm bûye.
Dema ku tenê bandorên salnameyê tên paqijkirin, di gulanê de li gorî heman meha sala borî hinartin ji sedî 4,8 û hawirde ji sedî 4,3 zêde bûye.
Amarên din ên girîng
Teknolojiya Bilind: Di gulanê de para berhemên teknolojiya bilind di nav hinartina pîşesaziya hilberînê de wekî ji sedî 3,1 hatiye hejmartin. Di hawirdeyê de jî ev rêje ji sedî 11,8 e.
Pergala Bazirganiya Taybet: Li gorî vê pergalê, di gulanê de hinarde ji sedî 8,9 kêm bûye (20 milyar û 634 milyon dolar) û hawirde jî ji sedî 10 daketiye (26 milyar û 389 milyon dolar). Kurtiya bazirganiyê di vê serdemê de bûye 5 milyar û 756 milyon dolar, û rêjeya dabînkirina hawirdeyê bi hinartinê derketiye ji sedî 78,2yan.

.jpg&w=3840&q=75)
