Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro jî daketina xwe ya çend rojên borî domand.
Dilgiraniyên li ser îhtimala têkçûna peymana aştiyê ya di navbera Amerîka û Îranê de fişarên li ser bihayê zêr zêde kirin.
Bihayê zêr îro bi rêjeya ji sedî 0,7 daket û her onseke zêr bû 3 hezar û 979 dolar.
Doh onseke zêr heta 3 hezar û 942 dolaran daketibû ku ev asta herî nizm a heft mehên borî bû.
Analîstê şirketê şêwirmendiyê ya Tasty Liveê Ilya Spivak li ser vê mijarê diyar kir:
"Bilindbûna faîza kaxezên darayî yên Amerîkayê û qîmetê dolar bûn sedema daketina bihayê zer."
Egera bilindkirina faîzê
Seroka Banka Federal a Clevelandê Beth Hammack ragihand ku eger fişarên enflasyonê kêm nebin, hîn jî egera bilindkirina faîza bankê heye.
Li gorî rapirsiyan, niha bazirganan bi rêjeya ji sedî 67 îhtimal daniye ku dê di meha îlonê de faîza bankê were bilindkirin.
Veberhêner û bazirganên zêr niha li benda belavkirina amarên bazara kar a Amerîkayê ne da ku arasteya siyaseta diravî ya Banka Navendî ya Amerîkayê fêm bikin.


.jpg&w=3840&q=75)