Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr bilind bû û ev yek piştî wê hat ku amarên derfetên kar ên li Amerîkayê doh hatin belavkirin û ji ya ku dihat pêşbînîkirin lawaztir bûn.
Her wiha daketina bihayê petrolê jî bû sedem ku bihayê zêr zêdetir bilind bibe.
Bala bazarê li ser rapora îro ye
Îro bala bazarê çûye ser rapora derfetên kar a Amerîkayê ku biryar e îro were belavkirin.
Ev rapor dikare îşaretên nû yên li ser siyaseta neqdî ya Banka Navendî ya Amerîkayê eşkere bike.
Piştî vebûna bazarên Asyayê, îro bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 0,7 bilind bû û onsa zêr gihîşt 4 hezar û 57 dolaran.
Bihayê zêr doh ji 23yê Hezîranê ve gihîşt asta xwe ya herî bilind.
Amar ji pêşbîniyan kêmtir in
Roja çarşemê zêr destpêkê daket asta xwe ya herî nizm a heft mehên borî.
Lê belê amarên derfetên kar ên sektora taybet a li Amerîkayê ji asta pêşbîniyan kêmtir bûn û ji ber vê yekê bihayê zêr bilind bû.
Serokê Cîhanî yê Bazaran ê li Parzûngeha herî mezin a zêr a Awistralyayê ABC Refineryyê Nicholas Frappell li ser mijarê axivî û got:
“Bazar baldar e ku di van astên nizm de li ser daketina bihayê zêr gumanan neke. Bi taybetî jî piştî ku li hemberî du astên hestiyar bi awayekî baş li ber xwe daye.
Amarên derfetên kar ji asta pêşbîniyan kêmtir bûn. Ev jî bû sedema bilindbûna bihayê zêr.
Bazirgan wisa difikirin ku ev amar dê di nav amarên fermî yên dîtina kar de ku dê îro werin belavkirin reng bidin."
Hedefa enflasyonê ji sedî 2 ye
Meha borî li Amerîkayê di sektora taybet de 98 hezar derfetên kar çêbûne.
Ev hejmar li gorî 122 hezar derfetên kar ên meha gulanê kêmtir e.
Di heman demê de, Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) Kevin Warsh roja çarşemê ragihand ku pêşbîniyên ji bo bilindbûna enflasyonê di çend hefteyên borî de kêm bûne.
Wî ducare kir ku Banka Navendî pêbend e ku enflasyonê daxe armanca xwe ya diyarkirî ku ji sedî 2 ye.



