کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Dolar / Wêne: Arşîv

Dolar / Wêne: Arşîv

Aborî

Amerîkayê dîsa dest bi şandina dolaran kir

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

02-07-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran02-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî
Aborî18-11-2026

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû
Aborî17-11-2026

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe
Aborî16-11-2026

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê piştî çend mehan, şandina dolaran bi rêya asmanî ji Îraqê re ji nû ve dîsa da destpêkirin.

Ev ngav piştî wê yekê tê ku şandina dolaran ji bo zextê hatibû rawestandin.

Armanca Amerîkayê ew bû ku zextê li hikûmeta Bexdayê bike da ku ji Îranê dûr bikeve.

Du alîkarên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ji rojnameya New York Times a Amerîkî re axivîn.

Wan ragihand ku şandina dolaran a ji Amerîkayê ber bi Bexdayê ve dest pê kiriye.

"Pirsgirêk çareser bûye"

Berdevkê Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebûdî li ser mijarê daxuyanî da û got:

"Şandina dolaran ji Îraqê re dest pê kiriye û pirsgirêk çareser bûye."

Di heman demê de, Şêwirmendê Darayî yê Serokwezîrê Îraqê Muzher Mihemed Salih jî destpêkirina veguhestina dolaran piştrast kir.

Pereyên petrolê li New Yorkê dihatin girtin

Îdareya Donald Trump meha nîsana îsal veguhestina dolaran ji bo Îraqê rawestandibû.

Her wiha pereyê firotina petrola Îraqê jî di Banka Federal a New Yorkê de dihat hiştin û nedihat şandin.

Tevî destpêkirina şandina dolaran, hat diyarkirin ku cezayên Amerîkayê yên li ser sektora ewlehiyê ya Îraqê wekî xwe mane û ti guhertin di wan de nehatiye kirin.

Pirsên