Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand ku Îraq û Tirkiyeyê li ser protokoleke nû ji bo domandina hinartina petrola Îraq û Herêma Kurdistanê li hev kiriye.
Amanc Rehîm li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku îro li Enqereya paytexta Tirkiyeyê, hikûmeta Îraqê û hikûmeta Tirkiyeyê li hev kiriye û wan protokoleke demkî îmze kiriye.
Armanca vê peymanê ew e ku hinartina petrola Îraqê û petrola qadên Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê-Ceyhanê bidome.
Peyman demkî ye
Li gorî gotina Amanc Rehîm, ev protokol "demkî" ye û armanca wê ew e ku rê ji bo amadekirin û îmzekirina peymaneke nû ya demdirêj a hinartina petrolê ya bi rêya Bendera Ceyhanê veke.
Rehîm her wiha diyar kir ku "Tê texmînkirin ku ev kar salekê bikişîne."
Peymana sala 1973yan bi dawî dibe
Peymana boriya petrola xav cara yekem 27ê Tebaxa 1973yan di navbera Îraq û Tirkiyeyê de hatibû îmzekirin.
Li gorî biryara hikûmeta Tirkiyeyê, dema wê peymanê 27ê Tîrmeha 2026an bi dawî dibû.

.jpg&w=3840&q=75)

