Hewlêr (Rûdaw) - Zêr piştî ku asta herî nizm a du hefteyên dawî dît îro biha bû.
Bazar niha li benda amarên girîng ên enflasyona Amerîkayê ne.
Di heman demê de gurtirbûna aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de bihayê petrolê bilind kiriye.
Vê yekê jî hêviyên ji bo bilindkirina zêdetir a rêjeya faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve xurttir kirine.
Bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 0,3 bilind bû û ons gihîşt 4,014 dolaran.
Bihayê zêr doh bi rêjeya nêzîkî ji sedî 3yan daketibû ku ev di nava zêdetirî mehekê de daketina herî mezin a rojane bû.
Her çend zêr gelek caran wekî stargehekê li hemberî enflasyonê tê dîtin jî bilindbûna rêjeya faîza bankeyê fişarê li ser vî metalî dike.
Pisporê bazarên darayî yê şirketa “Tasty Live”yê Ilya Spivak li ser vê rewşê got:
“Em di rewşekê de ne ku xuya dike bazar naxwazin biryareke yekalî bidin. Komek metirsiyên mezin li pêşiya wan hene.
Bê guman axaftina Warsh a li ber Kongreyê heye û pişt re jî belavkirina amarên Amerîkayê. Loma ji xeynî nûçeyên Rojhilata Navîn, gelek mijarên din hene ku bazirgan li wan binêrin.”
Bazirganan li ser bilindkirina rêjeya faîzê ya di meha îlonê de behîsên xwe zêde kirine.
Li gorî rapirsiyan, egera bilindkirina faîzê ya ku hefteya borî ji sedî 57 bû, gihîştiye nêzîkî ji sedî 76an.

.jpg&w=3840&q=75)

