Hewlêr (Rûdaw) - Banka veberhênanê ya navneteweyî JPMorganê pêşbîniyên xwe yên li ser aboriya Tirkiyeyê nû kirin.
Bankê pêşbînî kir ku heta dawiya sala 2026an dolarekî Amerîkî bibe 51,4 lîre û heta dawiya sala 2027an jî bigihe 61,7 lîreyan.
Hûrgiliyên raporê
Di rapora herî dawî ya JPMorganê de pêşbîniyên li ser enflasyon, bipêşketin, faîz û bihayê dovîzê cih girt.
Di raporê de hat destnîşankirin, ji ber ku guherînên di bihayê dowîzê de li gorî berê hinekî kêm bûne, bandora wê ya li ser bihayan jî kêm maye.
Li hêla din, JPMorganê da zanîn ku fişarên enflasyonê bi xurtî didomin.
Mûçeyê herî kêm krîtîk e
JPMorganê guherîna meaşê herî kêm a ku tê hêvîkirin meha Kanûna Pêşîn were kirin, wekî xaleke krîtîk a ji bo enflasyon û polîtîkayên aboriyê pênase kir.
Li gorî bankê, eger enflasyona bilind bi vî awayî bidome, lîreyê Tirkî dê hîn bêhtir qîmetê xwe ji dest bide.
Pêşbîniyên JPMorganê wiha ne:
- Heta dawiya 2026an dolarek dê bibe 51,4 lîre.
- Heta dawiya 2027an dolarek dê bibe 61,7 lîre.
Dolar bi ser 47 lîreyan ket
Roja ku rapor hat weşandin, dolarekî Amerîkî bi ser 47 lîreyan ket û asta herî bilind a dîrokê dît.
Tê nirxandin ku aloziya di navbera Amerîka û Îranê de û metirsiyên li ser Tengava Hurmizê li seranserê cîhanê daxwaza li ser dolar zêde kiriye û vê yekê bandoreke neyînî li ser lîreyê Tirkî jî kiriye.

.jpg&w=3840&q=75)

