Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî şirketa HKNyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku HKNyê biryar daye hemû karên xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê rawestîne.
Ev biryar piştî gurtirbûna aloziyên leşkerî yên di navbera Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê de hat standin.
Ev biryar tenê rojekê piştî wê yekê hat dayîn ku li Washingtonê di sektora enerjiyê de li gel hikûmeta Îraqê peymaneke nû îmze kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump pesnê sektora petrola Îraqê dabû û daxwaza welatê xwe ya ji bo veberhênana zêdetir anîbû ziman.
Şirketa HKN Energyê ku navenda wê ya sereke li eyaleta Teksasê ye, wekî veberhênerê herî mezin ê biyanî yê sektora taybet a li Îraq û Herêma Kurdistanê tê dîtin.
Şirket li Herêma Kurdistanê serperiştiya qadên Sersing û Etrûşê yên li parêzgeha Dihokê dike.
HKN li qada Sersingê xwediyê ji sedî 62 û li qada Etrûşê jî xwediyê ji sedî 25ê pişkê ye.
Peymanên 60 milyar dolarî
Peymana di navbera HKN û Bexdayê de di merasîmekê de li Jûra Bazirganiyê ya Amerîkayê hat îmzekirin ku taybet bû bi bipêşxistina qadên petrolê û zêdekirina hilberînê.
Ji bilî vê şirketê, çendîn şirketên din ên qerase yên Amerîkayî yên wekî Chevron, ConocoPhillips û Halliburtonê jî peymanên wekî hev li gel Îraqê îmze kirin.
Birêvebira Bicihêner a Jûra Bazirganiyê ya Amerîkayê Suzanne Clarkê roja Înê ragihand ku mîqdara giştî ya wan peymanên petrolê yên ku li gel Îraqê hatine eşkerekirin, bihayê wan zêdetirî 60 milyar dolarî ye.
Ev peymanên mezin piştî wê yekê hatin îmzekirin ku Donald Trump vê hefteyê li Koşka Spî Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî pêşwazî kir.
Trump ji rojnamegeran re got, "Îraq xwediyê yedekeke zêde ya petrolê ye, ew xwediyê samaneke mezin a veşartî û diyar in."
Nakokiyên Hewlêr û Bexdayê
Meha Gulanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya Washingtonê de serperiştiya îmzekirina 2 peymanên mezin ên li gel şirketên WesternZagros û HKNyê kiribû.
Tê texmînkirin ku bihayê giştî yê wan projeyan 110 milyar dolarî be lê belê wê demê Bexdayê ew peyman wekî neyasayî bi nav kirin û Wezareta Petrolê ya Îraqê tekez kir ku divê hemû hevparî bi rêya hikûmeta federal bin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî her tim tekezî li ser yasayîbûna peymanan kiriye.
Niha ji ber gurtirbûna şerê di navbera Amerîka û Îranê de û nebûna aramiya rewşa ewlehiyê, vê şirketa mezin biryar daye ku hemû çalakiyên xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê rawestîne.


.jpg&w=3840&q=75)
