Hewlêr (Rûdaw) - Gulf Keystone Petroleumê hilberîna petrolê li qada Şêxanê bi awayekî demkî rawestand.
Gulf Keystone yek ji wan şirketên petrolê ye ku li Herêma Kurdistanê kar dike.
Şirketê eşkere kir ku ev biryar ji bo “parastina silametiyê” û ji ber “rewşa nû ya ewlehiyê” ya li herêmê hatiye standin.
Ev pêngava Gulf Keystone Petroleumê dişibe gavên hinek şirketên din ên navneteweyî yên petrolê ku li Herêma Kurdistanê dixebitin.
Rojane 45 hezar bermîl petrol dihat hilberîn
Gulf Keystone Petroleumê da zanîn ku ti zerera darayî negihîştiye tesîsên şirketê.
Li gorî amarên dawî, mêjera giştî ya hilberînê li qada Şêxanê ya parêzgeha Dihokê rojane zêdetirî 45 hezar bermîl petrol bû.
Şirket dibêje ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin û di dema pêwîst de dê agahiyên nû û hûrgiliyên bêhtir belav bikin.
Karên Kormorê jî hatin rawestandin
16ê vê mehê şirketa Dana Gasê bi heman sedemê û ji ber metirsiyên ewlehiyê ragihandibû ku wê karên xwe yên li Qada Gazê ya Kormorê ya parêzgeha Silêmaniyê rawestandine.
Ev yek li Herêma Kurdistanê bû sedema kêmbûna nêzîkî 2 hezar megawatt hilberîna elektrîkê.
HKNê jî hilberîn rawestand
Şirketa HKNyê ya Amerîkayê jî bi heman sedemê hilberîna petrolê ya li qadên Sersing û Etrûşê yên parêzgeha Dihokê rawestand.
Roja Şemiyê berpirsên şirketa HKNê ji Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re ragihandibû ku ji ber dilgiraniyên ewlehiyê û rewşa herêmê wan hilberîna li Herêma Kurdistanê rawestandiye.


