Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê bermîleke petrola brent ji ber şerê Amerîka û Îranê û metirsiya li ser veguhastina petrolê ji 95 dolarî derbas bû.
Bihayê petrola brent doh bi 91,01 dolarî xelas bûbû lê îro bi rêjeya ji sedî 4,86an bilind bû û gihîşt 95,43 dolaran.
Her wiha bermîla petrola xav a Teksasê (WTI) jî bi 88,57 dolaran hat firotin. Ev biha ji 11ê Hezîranê ve asta herî bilind e.
Êrişên Amerîkayê û bersiva Îranê
Amerîka ji bo lawazkirina şiyana Îranê ya li Tengava Hurmizê êrişên xwe didomîne.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan pêla 11an a êrişên li ser Îranê temam kiriye.
Artêşa Îranê jî wekî bersiv bi dronan êrişî baregehên Amerîkayê yên li Kuweyt û Urdinê kir.
Metirsiya li Tengava Babul Mendebê
Ji bilî Tengava Hurmizê, li Tengava Babul Mendebê jî metirsî zêde bûye.
Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriyê dide wan, li dijî Erebistana Siûdî dorpêça deryayî ragihandibû û vê yekê bandoreke rasterast li ser bihayan kir.
Ajansa nûçeyan a SABAya ya bi ser Hûsiyan ve diyar kir ku di 24 saetên dawî de 6 keştiyan ji ber hişyariyan rêya xwe guhertiye û vegeriyane.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî 20ê Tîrmehê ragihandibû ku ew Erebistana Siûdî bi dorpêçkirina 12 salan a Yemenê tohmetbar dikin û ew dê bersiva vê yekê bi "dorpêça berevajî" bidin.



