Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro ji ber daketina bihayê petrolê bi rêjeya ji sedî 1,4an bilind bû û onsa zêr bi 4 hezar û 110 dolarî hat firotin.
Rawestandina demkî ya şerê li Rojhilata Navîn bihayê petrolê daxist.
Vê yekê dilgiraniyên li ser zêdebûna enflasyonê hinekî kêm kirin.
Tim Watererê şîrovekarê şirketa şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê li ser vê mijarê got:
"Sûdwergirtiyê yekem ê îro yê bazaran zêr e.
Ji ber daketina bihayê petrolê bihayê zêr bilind bûye û daketina dolarê Amerîkî jî piştgiriyeke pirtir daye bihayê wê.
Ez di wê baweriyê de me ku bihayê zêr ber bi bilindbûnê ve diçe, her çi qasî di demeke kurt de ev yek girêdayî bihayê petrolê û rûdanên jeopolîtîk be jî."
Li hêla din, bihayê petrolê îro bi rêjeya ji sedî 5an daket.
Bihayê dolar jî li beramberî 6 pereyên sereke yên cîhanê îro bi rêjeya ji sedî 0,3yan daketiye.
Peyama Îranê ya ji bo Amerîkayê
Piştî êrişên nû yên Amerîkayê yên li ser Îranê, bihayê petrolê bi berdewamî bilind dibû û ev dibû sedema dilgiraniyên li ser enflasyonê.
Vê yekê jî zext li ser bihayê zêr çêdikir.
Li hêla din, çav li civîna vê hefteyê ya Banka Navendî ya Amerîkayê ne ku dê li ser faîza bankê biryarekê bide.
Tê pêşbînîkirin ku bank di vê civînê de rêjeya faîzê wekî xwe bihêle lê bazirgan îhtimala bilindkirina faîzê ya meha îlonê ji sedî 80 dibînin.



