Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê petrolê li bazarên cîhanê bi rêjeya ji sedî 1 daket.
Ev yek piştî wê yekê hat ku veberhêner bi geşbînî li egera kêmbûna alozî û girjiyên navbera Amerîka û Îranê dinêrin.
Ev geşbînî hêviyekê dide peydakirina çareseriyeke dîplomatîk û asayîbûna veguhastina enerjiyê ya li Rojhilata Navîn.
Bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur bi rêjeya ji sedî 0,6 daket û gihîşt 87,82 dolaran.
Her wiha petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî bi rêjeya ji sedî 0,8 daket û bermîl bi 81,95 dolaran hat kirîn û firotin.
Ev di nava hefteyekê de asta herî kêm a bihayê petrolê ye.
Peyama Trump û bandorên wê
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh ragihand ku dan û standineke baş a Washingtonê li gel Tehranê heye û ji bo çareserkirina pirsgirêkan derfetek peyda bûye.
Lê Trump hişyarî jî da ku eger dan û standin bi ser neketin, êrişên leşkerî yên Amerîkayê dê ducare dest pê bikin.
Li aliyê din, Îranê jî heman peyam li ser bersivdayîn û tolhildanê belav kir.
Analîstê şirketa şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore diyar kir:
"Niha dîtina rêyekê ya ji bo aramkirina rewşê, fişarên li ser bihayê petrolê kêm kirine û metirsiyên êrişên Hûsiyan ên li ser binesaziya Siûdiyê kêm bûne lê hîn jî rewş ne aram e."
Li gorî raporeke banka Barclaysê, hinartina petrolê ya di Tengava Hurmizê re kêm bûye.
Hefteya dawî ya meha tîrmehê, navîniya hinartina petrola xav û berhemên petrolê ya di wê tengavê re rojane 2,9 milyon bermîl bûye lê hefteya berî wê 5,9 milyon bermîl bû.
Her wiha pêşbîniyên destpêkê nîşan didin ku depoyên petrola xav û benzînê yên li Amerîkayê hefteya borî kêm bûne û ev jî sedemeke din e ku bazar dişopîne.


.webp&w=3840&q=75)
