Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê faîzên bilind ên krediyan, nebûna bazara navxweyî û zehmetiyên peydakirina fînansmanê, bêhna sektora rasteqîn (sektora reel) diçikînin.
Di şeş mehên destpêkê yên sala 2026an de 1,240 şirketan serî li konkordatoyê (mohleta deynan) daye û herî kêm derbarê 115 şirketan de jî biryara topavêtinê (îflas) hatiye dayîn.
Kêmbûna kirîn û firotinê ya li bazarên navxweyî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û sistbûna li bazarên derve (hinarde), li faîzên bilind zêde bûne û qeyrana aborî ya di nav sektorê de kûrtir kirine.
Li gorî dane û amarên fermî, hejmara daxwaza konkordatoyê li gorî heman serdema sala borî (ku 900-950 bû) ji sedî 30-35 zêde bûye.
Ev serlêdanên parastina ji îflasê, herî zêde li navendên mezin ên hilberînê yên wekî Stenbol, Enqere û Bursayê hatine kirin.
Deriyên kargehan yeko yeko tên girtin
Li gorî nûçeya rojnameya Ekonomimê, lez ketiye pêvajoya topavêtin û tesfiyekirina wan şirketên ku nikarîn di serdema konkordatoyê de xwe rizgar bikin.
Di pênc mehên destpêkê yên salê de 115 şirketan bi awayekî fermî top avêt lê tenê di meha hezîranê de hejmara şirketên ku bi biryara dadgehê hatine girtin û tesfiyekirin bi zêdebûneke mezin gihişt 3 hezar û 382yan.
Qeyran ti sektoran nas nake
Qeyranê pêşî li sektora tekstîlê xist ku keda herî zêde lê tê dayîn.
Fîrmayên mezin ên dirûtina cilan ên wekî Fore AŞ, Miras Tekstil, Perge Tekstil û TYH Tekstila Navneteweyî ji bo ku îflas nekin ji dadgehê “mohleta demkî” wergirt.
Lê ziwabûna pereyê kaş ne tenê li qada hilberîna klasîk xist, ev yek fîrmayên veberhênanê û yên teknolojiya bilind jî dihejîne.
Dadgehê derbarê şirketa İnfinia Advanced Elektronikê (ku li Borsa Stenbolê li benda vekirina ji raya giştî re ye) û şirketa MİA Makinayê (ku teşwîqên wezaretê wergirtibû) jî biryara mohleta demkî da.
Ev pêla neyînî ji ambalajkirinê heta kîmyayê, ji lojîstîkê heta avahîsazî û çandiniyê, li gelek qadên cuda bi sedan fîrma neçar hiştin ku ji bo rawestandina topavêtinê berê xwe bidin dadgehan.
Konkordato çi ye?
Armanca sereke ya konkordatoyê, rêgirtina li ber îflasê ye. Eger şirketek top biavêje, kargeh tê girtin û dibe ku deyndêr (kes an saziyên ku pere dane şirketê) qet pereyên xwe nestînin.
Konkordato derfetekê dide da ku şirket karê xwe bidomîne û hêdî hêdî, di nav demekê de deynê xwe bide.



