Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro piçekî daket û ons bi 4 hezar û 25 dolaran e.
Îro di bihayê zêr de guherîneke kêm çêbû û tenê çend dolaran daket û onseke zêr bi nêzîkî 4 hezar û 25 dolaran e.
Çav li civîna Banka Navendî ne
Şîrovekarê bazarên darayî yê li şirketeta Oandayê Kelvin Wong li ser vê mijarê got:
"Pêwendiyeke xurt a zêr bi civîna îro ya FOMCyê (Komîteya Bazara Azad a Federal) re heye.
Senaryoya ku dibe ku bibe sedema guherîna daketina dawî ya bihayê zêr ew e ku zimanê daxuyaniyên Banka Navendî li ser siyaseta diravî nermtir bin."
Encama civîna durojî ya Komîteya Bazara Azad a Banka Navendî ya Amerîkayê dê îşev saet 21:00an (bi dema Hewlêrê) were eşkerekirin.
Serokê Banka Navendî Kevin Warsh jî dê nîv saet pişt re konferanseke rojnamegeriyê li dar bixe.
Pêşbîniyên li ser faîzê
Li gorî pêşbîniyên bazarê, bi rêjeya ji sedî 70 eger heye ku Banka Navendî rêjeya faîzê wekî xwe bihêle.
Her wiha bi rêjeya ji sedî 30 jî îhtimal heye ku di civîna îro de rêjeya faîzê bi rêjeya ji sedî 0,25 were zêdekirin.
Lê belê egerên ji bo bilindkirina faîzê ya di meha îlonê de zêdetir in û bi rêjeya ji sedî 76 tê pêşbînîkirin ku meha îlonê faîz bê zêdekirin.
Di heman demê de, tê pêşbînîkirin ku Banka Navendî ya Brîtanyayê û Banka Navendî ya Japonyayê rojên pêncşem û înê rêjeya faîzê wekî xwe bihêlin.
Zêr li hemberî enflasyonê wekî mertalekî tê dîtin lê di jîngeheke ku rêjeya faîzê bilind be de, wê taybetiya xwe winda dike.



