Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) ragihand ku meha Hezîranê li gorî heman meha sala borî kêmasiya bazirganiya derve ji sedî 26,2 zêde bûye û gihîştiye 10 milyar û 370 milyon dolarên Amerîkî.
Amarên bazirganiya derve yên Tirkiyeyê yên meha Hezîranê bi hevkariya Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) û Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê hatin amadekirin.
Li gorî amaran, hinardeya Tirkiyeyê meha Hezîranê ji sedî 21,7 zêde bûye.
Di vê mehê de bi bihayê 24 milyar û 915 milyon dolarî hinarde hatiye kirin.
Hawirdeya Tirkiyeyê jî meha Hezîranê ji sedî 23 zêde bûye û bi bihayê 35 milyar û 285 milyon dolarî hawirde hatiye kirin.
Bi vî awayî meha Hezîranê kêmasiya bazirganiya derve li gorî heman meha sala borî ji sedî 26,2 zêde bûye û gihîştiye 10 milyar û 370 milyon dolarî.
Amarên 6 mehan
Ji 1ê Kanûna Paşîn heta 30ê Hezîranê hinardeya Tirkiyeyê ji sedî 3,5 zêde bûye.
Di vê demê de bi bihayê 135 milyar û 980 milyon dolarî hinarde hatiye kirin.
Hawirde jî di heman heyamê de ji sedî 4,6 zêde bûye û bi bihayê 189 milyar û 120 milyon dolarî hawirde hatiye kirin.
Kêmasiya bazirganiya derve ya 6 mehan li gorî heman mehên sala borî ji sedî 7,4 zêde bûye û gihîştiye 53 milyar û 140 milyon dolarî.
Meha Hezîranê hinardeya herî zêde ji bo welatên Almanya, Amerîka, Îtalya û Brîtanyayê hatiye kirin, hawirdeya herî zêde jî ji Çîn û Rûsyayê hatiye kirin.



