Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl ku korîdora bazirganiyê ya herî krîtîk a di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de ye, di nîveka yekem a sala 2026an de rekoreke dîrokî şikand.
Qebareya bazirganiya transît ji 32 milyar dolaran derbas bû.
Hinardeya Tirkiyeyê ya ji bo Herêma Kurdistanê jî gihîşt sînorê 5 milyar dolaran.
Deriyê Sînorî yê Xabûr-Îbrahîm Xelîl ku deriyê herî mezin ê Tirkiyeyê yê ber bi Rojhilata Navîn e, destpêkeke bilez ji bo sala 2026an kir.
Li gorî amarên Birêvebiriya Gumrik û Bazirganiya Derve ya Herêma Rêya Îpekê, di 6 mehên ewil ên salê de di çûn û hatina wesayît û rêwiyan a li deriyê sînorî de qelebalixiyek çêbû.
Qebareya bazirganiya transît 32 milyar dolar e
Di nîveka yekem a salê de qîmetê giştî yê bazirganiya transît a kel û pelên ku di deriyê sînorî re derbas bûne wekî 32 milyar û 267 milyon dolar hat qeydkirin.
Hinardeya Tirkiyeyê ya ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê li gorî sala borî zêde bû û gihîşt asta 4 milyar û 967 milyon dolaran.
Hinardeya ku ji herêmê ji bo Tirkiyeyê hat kirin jî li derdora 279 milyon dolaran bû.
Çûn û hatina TIRan ranewestiya
Di nava 6 mehan de bi giştî 730 hezar û 963 wesayît di deriyê sînorî re derbas bûn ku ev derî damara sereke ya sektora lojîstîkê ye.
Piraniya vê qelebalixiyê ji TIRan pêk dihat.
Bi giştî 525 hezar û 439 TIR di derî re çûn û hatin û wisa kirin ku zincîreya bazirganiyê qut nebe.
Bi derbasbûna otomobîl û otobusan re Deriyê Îbrahîm Xelîl navê xwe yê termînala herî qelebalix a herêmê qewîntir kir.
Bi milyonan rêwî û turîzmeke zindî
Ne tenê bazirganî, liv û tevgera turîzmê jî di amaran de xuya bû.
Di 6 mehên ewil de milyonek û 538 hezar û 570 kes di kontrola pasaportan re derbas bûn.
Rêwîtiyên ber bi Herêma Kurdistanê ve, ji rêwîtiyên ber bi Tirkiyeyê ve zêdetir bûn û gihîştin asta 795 hezaran.
Rê li ber qaçaxçîtiyê hat girtin
Qelebalixiya bazirganiyê bi xwe re tedbîrên tund ên ewlehiyê jî anîn.
Di operasyonên tîmên parastina gumrikê de rê li ber 534 hewldanên qaçaxçîtiyê hat girtin.
Hat eşkerekirin ku bihayê kel û pelên qaçax ên ku dest bi ser hatine girtin gihîştiye 613 milyon lîreyan (nêzîkî 13 milyon dolar).



