Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê dolar li beramberî tumenê Îranê hezar û 200 tumenî zêde bû. Bi vê zêdebûnê re bihayê dolarekî gihîşt 192 hezar û 450 tumenî.
Di nav 24 demjimêrên dawî de bihayê herî bilind ê dolar 192 hezar û 750 tumen bû. Bihayê herî kêm jî 191 hezar û 50 tumen bû.
Amar nîşan didin ku bihayê dolar li gorî hefteya borî bi rêjeya ji sedî 0,89 zêde bûye. Di nav 6 mehên dawî de jî tumen li beramberî dolarî bi qasî ji sedî 21,57an bê qîmet bûye.
Aloziyên siyasî û bazar
Rojên dawî nûçeyên li ser destpêkirina dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de belav bûn lê daxuyaniyên dijber ên rayedarên her du welatan bazar tevlîhev kirine.
Bazirgan dibêjin ku ji ber tecrubeyên mehên borî, ew êdî bi hêsanî baweriya xwe bi nûçeyên destpêkê nayînin.
Pisporên aboriyê wisa difikirin ku heke nûçeyên siyasî tenê di asta axaftinê de bimînin, dê dolar li derdora 190 hezar tumenî bimîne û hejmara dan û standinan kêm bibe.
Heke di dan û standinan de bipêşketineke zelal çêbibe yan jî aloziyên herêmî kêm bibin, eger heye ku bihayê dolarî ber bi 180 hezar tumenî ve dakeve.
Lê belê heke nûçeyên neyînî belav bibin yan jî rîskên siyasî zêde bibin, dê daxwaza ji bo kirîna dolar zêdetir bibe.
Di vê rewşê de dibe ku bihayê dolar ber bi asta 195 hezar tumenan ve here.
.webp&w=3840&q=75)


