Hewlêr (Rûdaw) - Hinartina parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê meha Tîrmeha 2026an gihîşt milyarek û 11 milyon û 339 hezar dolaran.
Ev amar li gorî heman meha sala borî ji sedî 17 zêde bûye.
Di heft mehên destpêkê yên îsal de, tevahiya hinardeya parêzgehê ji sedî 5,8 zêde bûye û gihîştiye 6 milyar û 46 milyon û 962 hezar dolaran.
Dîlok di warê hinardetinê di nav parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de di rêza şeşem de cih digire.
Amarên parêzgehên din
Di meha Tîrmeha 2026an de, qebareya hinardeya parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê bi vî awayî bûye:
• Mereş: 124 milyon dolar
• Mêrdîn: 119,8 milyon dolar
• Riha: 39,7 milyon dolar
• Amed: 22,1 milyon dolar
• Meletî: 20,7 milyon dolar
• Kîlîs: 14,1 milyon dolar
• Semsûr: 12,1 milyon dolar
Metirsiya bacên nû yên Amerîkayê
Nûnerê Yekîtiya Hinardekarên Başûrrojhilatê Anadoluyê Mete Akcan bal kişand ser metirsiya bacên nû yên gumrikê yên Amerîkayê.
Amerîkayê biryar daye ku ji sedî 12,5 baca zêde deyne ser wan kel û pelên ku ji Tirkiyeyê tên hawirdekirin.
Di heman demê de ev bac ji bo welatên hevrik ên wekî Hindistan, Bengladeş û Pakistanê tenê ji sedî 10 e.
Amarên fermî tekez dikin ku ev biryara Amerîkayê dê rasterast bandoreke neyînî li sektora tekstîl û cilan a Dîlokê bike.
Ev sektor, ji sedî 36ê tevahiya hinardeya parêzgehê pêk tîne.
"Astengî hene lê dîsa bipêşketin didome"
Serokê Odeya Pîşesaziyê ya Dîlokê Adnan Unverdî ragihand ku astengiyên aborî yên cîhanî hene lê dîsa jî parêzgeh bipêşketina xwe ya aborî didomîne.
Parêzgeha Dîlokê, li ser asta herêmê yek ji navendên sereke yên pîşesazî û hinartinê tê dîtin.
Dîlok bi taybetî jî di sektorên tekstîl, xalîçe û xurekan de li pêş e.
Bazarên Amerîka, Îraq û Herêma Kurdistanê kiriyarên herî girîng ên kel û pelên Dîlokê ne.
Guhertinên aborî yên cîhanî û guhertina yasayên bacê, tevî zêdebûna lêçûnên berhemanînê, astengiyên sereke yên li pêşiya hinardekarên herêmê ne.

.webp&w=3840&q=75)
