Hewlêr (Rûdaw) - Dolar îro li beramberî tumenê Îranê 1,500 tumenan daket û dolarek bû 187,650 tumen.
Bazirgan û pispor sedema vê yekê li "atmosfereke erênî" ya dan û standinan vedigerînin.
Di 24 saetên dawiyê de, nirxê herî bilind ê dolar gihîşt 189,250 tumenan û yê herî kêm jî 186,850 tumen bû.
Amar nîşan didin ku bihayê dolar li gorî hefteya borî bi rêjeya ji sedî 2,47 daketiye.
Lê belê di nava şeş mehên dawiyê de nirxê dolar ji sedî 15,78 zêde bûye.
Bandora dan û standinan
Bazirgan di wê baweriyê de ne ku belavbûna nûçeyên erênî yên li ser berdewamiya dan û standinên navbera Îran û Amerîkayê û egera gihîştina bi peymanekê, kiriye ku fişarên li ser tumen kêm bibin.
Di heman demê de rapor behsa hewlên nerasterast ên ji bo kêmkirina alozîyên herêmî dikin.
Her çi qasî rayedarên her du aliyan hîn bi baldarî daxuyaniyan didin jî ev yek bandoreke erênî li bazarê dike.
Pêşbîniyên ji bo paşerojê
Pisporên aboriyê dibêjin, eger nûçeyên erênî yên siyasî di dawiya hefteyê de berdewam bikin û nîşanên nû yên ji bo bipêşketina dan û standinan derkevin, eger heye ku dolar dakeve nêzîkî 180 hezar tumenî.
Li aliyê din, eger pêvajoya dan û standinan rastî astengiyan were yan jî li ser rewşa ewlehî û siyasî ya herêmê nûçeyeke neyînî belav bibe, xwesteka ji bo kirîna dolar dê zêde bibe.
Di wê rewşê de dê dolar vegere asta 190 hezar tumenî û jortir jî.

.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)