Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê ragihand ku 7ê Tebaxa 2026an li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê (Deriyê Xabûrê) rekora rojane ya derbasbûna barhilgiran hatiye şikandin.
Di wê rojê de ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 hezar û 454 barhilgir derbasî Îraq û Herêma Kurdistan bûne.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Bolat diyar kir ku ev bipêşketin nîşana xurtbûna dan û standinên bazirganiyê yên bi Îraq û welatên Kendavê re ye.
Wî her wiha destnîşan kir ku ev yek şiyana lojîstîk a Tirkiyeyê ya wekî navendeke bazirganiyê ya herêmî nîşan dide.
Girîngiya stratejîk a deriyê sînorî
Bolat bal kişand ser girîngiya stratejîk a Deriyê Sînorî yê Xabûr-Îbrahîm Xelîlê.
Wî anî zimên ku ev der ji bo gihandina kel û pelên Tirkiye û Bakurê Kurdistan ya ji bo bazarên Îraq û welatên din ên herêmê xaleke sereke ye.
Deriyê Îbrahîm Xelîlê wekî deriyê herî girîng ê aborî û bazirganiyê yê di navbera Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistan de tê dîtin.
Amadehî û amarên bazirganiyê
Tirkiyeyê Tîrmeha 2026an ji bo hêsankirina karên gumrikê, hejmara stasyonên gumrikê yên li Xabûrê ji 24an derxist 32yan.
Di 6 mehên pêşî yên sala 2026an de qebareya bazirganiya transît a li wî deriyî gihîşt 32 milyar û 267 milyon dolaran.
Tirkiyeyê di vê demê de bi bihayê nêzîkî 5 milyar dolaran kel û pel firotine Îraq û Herêma Kurdistanê.
Ev deriyê sînorî li aliyê Başûrê Kurdistanê wekî Îbrahîm Xelîl û li aliyê Bakurê Kurdistan jî wekî Xabûr tê naskirin.



.webp&w=3840&q=75)