Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr, wekî doh û pêr îro jî zêde bû û gihîşt asta herî bilind a zêdetirî du mehên dawiyê.
Di heman demê de veberhêner bi kelecan li benda amarên nû yên enflasyonê yên li Amerîkayê ne da ku zanibin ka dê rêjeya faîza bankê were zêdekirin yan na.
Şîrovekarê bazarê yê li şirketa (IG) Tony Sycamore da zanîn ku sedema vê zêdebûnê tirsa hinek kesan e ku berê dema biha daketibû 4,000 dolaran wan nikaribû zêr bikirin.
Her wiha veberhêner di demên qeyranan de zêr wekî stargeheke aram dibînin. Ew pêşbînî dike ku di paşerojê de bihayê zêr bigihe 5,000 dolaran.
Li Amerîkayê roja çarşemê rapora enflasyonê tê belavkirin û roja pêncşemê jî dê amarên pêwendîdarî bihayê hilberîneran werin eşkerekirin.
Ev her du rapor dê biryarê li ser paşeroja siyaseta darayî ya Amerîkayê bidin.
Hefteya borî eşkere bû ku rewşa damezirandin û kar li Amerîkayê lawaz bûye.
Vê yekê kir ku bazar pêşbînî bikin ku Rezerva Federal a Amerîkayê meha bê rêjeya faîzê zêde neke.
Banka navendî di civîna meha tîrmehê de jî rêjeya faîzê wekî xwe hiştibû û pispor dibêjin dema rêjeya faîza bankê kêm be, xelk zêdetir berê xwe dide kirîna zêr çimkî kara bankê ya ji zêr nîne.
Aloziyên siyasî û Tengava Hurmizê
Ji aliyê siyasî ve, mercên giran ên Îranê yên ji bo gihîştina peymaneke aştiyê, wiha kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump jî daxwazên xwe pêşkêş bike.
Trump xwest ku Îran tezmînatê bide wan kesan ku di şer, êriş û xwenîşandanên de mirine.
Van şerê gotinan û gefan, rewş alozir kiriye û dibe ku li ber vekirina Tengava Hurmizê bibe asteng ku ev yek jî bandoreke rasterast li ser bazaran dike.



