Hewlêr (Rûdaw) - Onsa zêr 4 hezar û 500 dolar derbas kir.
Bihayê grama zêr jî piştî nêzîkî 4 mehan careke din 7 hezar lîreyên Tirkî derbas kir.
Zêdebûna bihayê zêr di roja dawî ya hefteyê de jî berdewam kir.
Grama zêr piştî nêzîkî 4 mehan 7 hezar lîreyên Tirkî derbas kir û gram bi 7 hezar û 30 lîreyan hat firotin.
Doh grama zêr roj bi zêdebûna ji sedî 0,07an bi 6 hezar û 973 lîreyan girtibû.
Di heman xulekan de çaryeka zêr bi 11 hezar û 459 lîreyan hat firotin.
Onsa zêr 4 hezar û 500 dolar derbas kir
Li bazarên cîhanî jî onsa zêr bilindbûna xwe domand.
Onsa zêr ji sedî 0,7 zêde bû û gihîşt 4 hezar û 550 dolarî ku ev di 3 mehên dawî de asta herî bilind e.
Bêqîmetbûna dolarê Amerîkî ya li bazarên cîhanî û guherîna pêşbîniyên li ser siyaseta faîzê ya Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) jî di bilindbûna zêr de bibandor bûn.
Hat ragihandin ku onsa zêr ji meha nîsanê ve cara pêşî dike ku 3 hefteyan li ser hev bi bilindbûnê hefteyê bigire.
Aloziya Îranê jî di rojeva bazaran de ye
Li aliyê din, daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser cezayên nû yên aborî yên li ser Îranê jî li bazaran ji nêz ve tê şopandin.
Trump diyar kir ku ew dê li dijî Îranê "şerê aborî û îzolasyonê" bimeşînin.
Wî hişyarî da ku ew dê encamên giran ên aborî bi ser wan welatan de jî bisepînin ku piştgiriyê didin Îranê.
Analîstan diyar kir ku îro li navxwe dê endeksa baweriya bikarhêneran, endeksa baweriya beşa reel û rêjeya bikaranîna kapasîteyê werin şopandin.
Li bazarên cîhanî jî dê amarên Endeksa Birêvebirên Kirînê (PMI) yên pîşesaziya hilberînê û sektora xizmetguzariyê werin şopandin.


