Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê BPyê yê Îraqê Zeyd Yasirî ragihand ku ew li ser planeke berfireh a ji bo bipêşxistina qadên petrolê yên li Kerkûkê dixebitin.
Zeyd Yasirî eşkere kir ku armanca wan zêdekirina hilberîna petrolê û veberhênana di sektora gazê de ye.
Zeyd Yasirî pirsên Nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê Ziyad Îsmaîl bersivandin.
Yasirî destnîşan kir ku hedefa wan a sereke qadên Kerkûkê ne û got:
"Fokusa me ya bingehîn li ser qadên Kerkûkê ye da ku em hilberîna petrolê zêde bikin û veberhênanê di gazê de bikin."
Tecrubeya Rumeyleyê dê derbasî Kerkûkê bibe
Zeyd Yasirî bal kişand ser xebatên BPyê yên li qada Rumeyleyê ya Besreyê û da zanîn ku li wir rojane nêzîkî milyonek û 400 hezar bermîlan petrol tê hilberîn.
Yasirî diyar kir ku li Rumeyleyê ji sedî 94ê karmendan Îraqî ne û zêdetirî nîvê peymanan bi şirketên navxweyî re hatine wajokirin.
Yasirî li ser plana xwe ya ji bo Kerkûkê wiha peyivî:
"Em dê heman modelê li Kerkûkê jî bi cih bînin.
Pêşîniya me bipêşxistina şiyanên karmendên Îraqî û karkirina bi şirketên navxweyî yên li Kerkûkê re ye."
Yasirî bi bîr anî ku dîroka xebatên BPyê yên li Îraqê nêzîkî sedsalekê ye û ji dema keşifkirina qadên Kerkûkê ve hevkariyeke wan a dûvdirêj bi hikûmeta Îraqê re heye.
Wî her wiha got ku ew dixwazin piştgiriyê bidin Wezareta Petrolê ji bo dabînkirina enerjiya elektrîkê û rêlibergirtina şewitandina gazê ya ku li ber avê diçe.
Plana bipêşxistinê tê amadekirin
Zeyd Yasirî li ser mêjera pirkirina hilberîna û salnameya xebatê got:
"Niha em li gel hevparên xwe Şirketa Petrolê ya Bakur û Şirketa Gazê ya Bakur di qonaxa dîzaynkirina plana bipêşxistinê de ne.
Bi îzna Xwedê, li gorî pîvanên teknîk ên taybet ên her çar qadan, em dê li ser planê li hev bikin."
"Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî parçeyekî vê ye"
Yasirî li ser pirsa derbarê hevahengiya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re diyar kir ku pêwendiyên wan baş in û wiha li pey çû:
"Ez bawer dikim ku projeya Kerkûkê dê ji bo Kerkûk û parêzgehên derdorê bibe xwedî giringiyeke mezin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî parçeyekî vê pêvajoyê ye."
Yasirî eşkere kir ku şirketên li Kerkûkê, Herêma Kurdistanê û parêzgehên din kar dikin, dikarin li gorî pîvanên diyarkirî tevlî projeyê bibin.
Wî diyar kir ku zindîkirina aboriya navxweyî di nav pêşîniyên BPyê de ye.
Piştgiriya ewlehiyê
Yasirî li ser pirsa "Gelo êrişên komên çekdar bandorê li karên we dikin yan na?" anî zimên ku hikûmeta Îraqê di mijara ewlehiyê de piştgiriyeke baş dide wan û got:
"Armanca me ya sereke av kirina bingehê vê projeyê ye ku dê piştgiriyê bide aboriya Îraqê û bipêşketina navxweyî."


