Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê lîtreya benzînê îşev 2 lîre û 74 quruşan tê bihakirin û lître li hinek bajaran 75 lîreyan derbas dike.
Şerê Îran û Amerîkayê û girtina Tengava Hurmizê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bandoreke neyînî li bihayên petrolê kir.
11ê Tebaxê bihayê benzînê lîreyek û 56 quruşan hatibû zêdekirin.
Di nav heman mehê de cara duyem bihayê benzînê tê zêdekirin û benzîn îşev piştî 12ê şevê, ango ji 25ê mehê û pê ve 2 lîre û 74 quruşan biha dibe.
Piştî zêdekirina bihayan, li hinek bajaran bihayê lîtreyek benzîn 75 lîreyan derbas dike ku dike 1,56 dolar.
Bi bihayên nû re, lîtreya benzînê li Stenbolê digihe 74,28 lîreyan (1,54$), li Enqereyê dibe 75,25 lîre (1,57$) û li Îzmîrê jî digihe 75,55 lîreyan ku dike 1,57 dolar.
Li Ameda Bakurê Kurdistanê lîtreya benzînê li gorî bajarên Tirkiyeyê girantir e û Amedê lîtreya benzînê dibe 76 lîre û 72 quruş ku dike 1,60 dolar.

.webp&w=3840&q=75)

