Hewlêr (Rûdaw) - Zêrê ku li lûtkeya sê mahên dawî bû îro erzan bû.
Niha çavê veberhêneran li amarên enflasyonê yên Amerîkayê û wê axaftinê ye ku tê payîn Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Kevin Warsh dawiya vê hefteyê pêşkêş bike.
Bihayê zêr îro piştî vebûna bazarên Asyayê bi rêjeya ji sedî 0,2 daket û ond daket 4 hezar û 640 dolarî.
"Em pêşbînî dikin…”
Şîrovekarê bazarên darayî yê şirketa şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore li ser mijarê got:
"Em pêşbînî dikin ku daketina bihayê zêr ji aliyê wan kiriyaran ve wekî derfeteke kirînê bê dîtin ku bawer dikin dê bihayê zêr heta 4 hezar û 900 û 5 hezar dolarî bilind bibe."
Şirketa şêwirmendiyê TD Securitiesê jî di têbîniyekê de ragihand, "Ev tirsa ji daketina nirxê dolar wisa dike ku zêr di hefteyên pêşiya me de piştgiriyeke baş bibîne."
Di heman têbîniyê de hat diyarkirin ku "banka navendî nîşaneke zelal nedaye ku ew amade ye li dijî enflasyona bilind têbikoşe."
Pêşbîniyên li ser bihayê petrolê
Di beşeke din a têbîniyê de hatiye gotin, "Hîn zû ye ku bihayê madenê zer bigihêje asta 5 hezar û 350 dolarî çimkî eger heye di demeke kurt de rêjeya faîzê bilind bibe.”
Axaftina Kevin Warsh
Axaftina yekem a Serokê Banka Navendî Kevin Warsh ku tê payîn vê hefteyê li “Konferansa Salane ya Jackson Hole” de pêşkêş bike, girîngiyeke taybet wergirtiye.
Li hêla din, roja çarşemê li Amerîkayê rapora xerciyên bikarhêneran tê belavkirin ku ji bo banka navendî ya amerîkayê pîvera herî girîng a enflasyonê ye.
Di vê navberê de divê were gotin ku aloziyên Amerîka û Îranê jî li bazarên cîhanê xwedî bandoreke diyarker in.
Washington dibêje ew dê bi rêya cezayan şahdamarên aborî yên Tehranê qut bike.
Îranê jî li hemberî berfirehkirina cezayên Amerîkayê soza tolhildanê daye.


.webp&w=3840&q=75)
