کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Zêr / Wêne: Arşîv

Zêr / Wêne: Arşîv

Aborî

Onsa zêr bi 4 hezar û 630 dolarî ye

RÛDAW

RÛDAW

27-08-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW27-08-2026

Nûçeyên Têkildar

Petrol erzan bû
Aborî27-08-2026

Petrol erzan bû

Li Amedê bihayê xaniyan difire
Aborî26-08-2026

Li Amedê bihayê xaniyan difire

Li Şêxanê hilberîna petrolê careke din dest pê kir
Aborî25-08-2026

Li Şêxanê hilberîna petrolê careke din dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Zêr îro jî biha bû û niha ons bi 4 hezar û 630 dolarî ye.

Bihayê zêr li bazarên cîhanî ber bi bilindbûneke bêhtir ve diçe û sedema vê yekê berdewamiya metirsiya kêmbûna qîmetê pereyan e.

Di heman demê de veberhêner li benda axaftina girîng a Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Kevin Warsh in ku dê roja înê were kirin.

Bihayê zêr

Bihayê zêr îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bi rêjeya ji sedî 0,8 bilind bû.

Bi vê zêdebûnê re bihayê onsa zêr gihîşt 4 hezar û 630 dolarî.

Analîstê bazarên darayî yê li şirketa OANDAyan Kelvin Wong li ser vê mijarê ragihand:

“Metirsiya li ser kêmbûna nirxê dolar û dilgiraniyên li ser budceya Amerîkayê, di asta navîn de wekî piştgiriyeke ji bo bihayê zêr dimînin.”

Tê payîn ku axaftina Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Kevin Warsh a li konferansa salanî ya “Jackson Hole” ya li eyaleta Wyomingê bi baldarî were şopandin.

Armanca veberhêneran ew e ku arasteya paşerojê ya bazarê fêhm bikin.

Kelvin Wong diyar kir ku bazar li benda vê axaftinê ye da ku nîşanên pirtir wergire bê ma Banka Navendî dê çawa bi rewşa aborî ya niha re rû bi rû bibe û got:

“Heke Warsh nexşerêyeke zelal ji bo siyaseta neqdî ya paşerojê diyar neke, pêşbîniyên niha yên bazarê yên ji bo bilindkirina rêjeya faîzê dê wekî xwe bimînin.”

Li gorî CME FedWatchê, bazar bi rêjeya ji sedî 36,5 pêşbînî dikin ku meha îlonê rêjeya faîza bankê were bilindkirin.

Her wiha eger heye ku bilindkirina faîza bankê heta meha Kanûna Pêşîn bigihîje ji sedî 72,7an.

Nûçeyên Têkildar

Petrol erzan bû
Aborî27-08-2026

Petrol erzan bû

Li Amedê bihayê xaniyan difire
Aborî26-08-2026

Li Amedê bihayê xaniyan difire

Li Şêxanê hilberîna petrolê careke din dest pê kir
Aborî25-08-2026

Li Şêxanê hilberîna petrolê careke din dest pê kir

Pirsên