Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zêr di asteke nizm de ma û niha ons bi derdora 4 hezar û 430 dolarî ye.
Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 0,3 daket û ons daket 4 hezar û 437 dolaran.
Axaftina Warsh bandor kir
Hefteya borî bihayê zêr asta xwe ya herî bilind a sê mehên dawî tomar kir lê roja înê zêdetirî ji sedî 3yan daket.
Ev yek piştî wê hat ku Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Kevin Warsh daxuyaniyek da û ragihand:
“Eger enflasyon ji armanca Banka Navendî ya ji sedî 2yan zêdetir dûr bikeve, karekî zêde li pêşiya me ye.”
Şîrovekarê bazarên darayî yê Şirketa IGyê Tony Sycamore li ser vê mijarê got:
“Zêr ketiye bin guvaşa axaftina tund a Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê ya li Konferansa Jackson Holeyê.
Li hêla din, aloziyên nû yên li Tengava Hurmizê bûne sedema bilindbûna bihayê petrolê û zêdebûna pêşbîniyên li ser enflasyonê.
Zêdekirina rêjeya faîzê ya tenê carekê nabe sedema guherîneke mezin a zêr lê eger du yan sê caran be dibe ku bibe sedem."
Pêşbîniyên ji bo faîzê û helwesta Trump
Li gorî amûra CME FedWatchê, bazirgan niha bi egera ji sedî 66an pêşbînî dikin ku meha îlonê rêjeya faîza bankê were bilindkirin.
Her wiha ji bo meha kanûna pêşîn jî ev îhtimal ji sedî 89 tê dîtin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî ji rojnamegeran re ragihand ku ew gelekî rêzê li Warsh digire.
Trump her wiha anî zimên ku Warsh dê di mijara rêjeya faîza bankê de çi hewce bike wê bike.



