Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê
lîtreya mazotê bi ser 100 lîreyî (2,05 dolar) ket.
Lîtreya mazotê (motorîn) îro (17ê Îlonê) 4 lîre û 60 qiruşan
hat bihakirin.
15ê Îlonê jî lîtreya mazotê 6,5 lîryan biha bûbû û piştî van
her du bihakirinan lître bi ser 100 lîreyî ket.
Aloziyên li Rojhilatê Navîn, li seranserê cîhanê bandorê li
bihayên petrolê dikin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî mazot îro careke din hat bihakirin
û li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê lître bi ser 103 lîreyan ket.
Bihayê benzîn û mazotê li gorî bajaran:
Amed
Benzîn: 82,80
Mazot: 103,10
Êlih
Benzîn: 82,80
Mazot: 103,10
Wan
Benzîn: 82,90
Mazot: 103,10
Colemêrg
Benzîn: 82,90
Mazot: 103,20
Mêrdîn
Benzîn: 82,80
Mazot: 103,10
Stenbol (aliyê Ewropayê)
Benzîn: 80,40 lîre
Mazot: 100,40 lîre
Stenbol (aliyê Asyayê)
Benzîn: 80,20 lîre
Mazot: 100,20 lîre
Îzmîr
Benzîn: 81,60 lîre
Mazot: 101,80 lîre
Enqere
Benzîn: 81,30 lîre
Mazot: 101,50 lîre



