Hewlêr (Rûdaw) - Bitcoin îro wekî xwe ma û her Bitcoinek bi nêzîkî 84 hezar û 800 dolaran hat kirîn û firotin.
Bi taybetî piştî ku amarên derfetên kar ên li Amerîkayê ji asta pêşbînîkirî kêmtir bûn, pêşbîniyên ji bo hiştin an kêmkirina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve zêdetir bûn Bitcoin di çend rojên borî de bilind bûbû.
Meha Îlonê karsazên Amerîkayê tenê 29 hezar derfetên kar afirandin û rêjeya bêkariyê jî derket ji sedî 4,2yan.
Ev yek nîşaneya xavbûna bazara kar a Amerîkayê ye.
Bi giştî kêmkirina rêjeya faîzê piştgiriya sermayeyên pirrîsk ên wekî Bitcoinê dike ji ber ku daxwaza ji bo veberhênanên kevneşopî kêm dibe.
Bitcoin di van rojên dawî de ji asta 85 hezar dolarî derbas bû û gihîşt 87 hezar dolarî.
Pispor vê astê di bazarê de wekî xaleke girîng a berxwedanê dibînin.
Pisporê stratejiyê yê Şirketa 21Sharesê Matt Mena li ser vê mijarê ragihand ku derbasbûneke zelal û bihêz a ji asta 87 hezar dolarî dikare rê li ber gihîştina 90 hezar dolarî veke û îhtimal heye ku heta 97 hezar dolarî jî bilind bibe.
Her wiha di çaryeka sêyem a îsal de sindoqên veberhênanê yên Bitcoinê bi ser ketin ku nêzîkî 7 milyar dolarî bikişînin.
Ev yek jî wekî faktoreke din a piştgiriyê ji bo bilindbûna bihayê vî diravê dîjîtal tê hejmartin.


