Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê Bitcoinê nêzîkî 300 dolarî daket û her Bitcoinek bi derdora 82 hezar û 700 dolarî hat kirîn û firotin.
Bitcoinê qada xweparastinê ya navbera 86 hezar û 90 hezar dolarî derbas nekir û daket nêzîkî 83 hezar dolaran.
Vê yekê jî arasteya kurtedem a vî pereyê krîpto lawaz kir.
Bitcoin meha hezîranê hatibû asta herî nizm ku ew jî derdora 58 hezar dolaran bû û paşê heta bi derdora derdora 86 hezar dolaran çû.
Lê dîsa jî ev pêla bilindbûnê rastî parastineke bihêz hatiye.
Tevgera bihayan a vê dawiyê nîşan dide ku firoşyar di demeke kurt de ducare kontrola bazarê dixin destê xwe.
Bitcoin ji qada xweparastinê ya navbera 86 û 90 hezar dolarî daketiye.
Asta herî nizm a vê qadê ya li derdora 86 hezar dolaran wekî astengeke rasterast a li ber bilindbûna nû ya vî diravî dimîne.
Qadeke din a berfirehtir a parastinê jî li derdora 95 hezar dolaran heye.
Di egera derbaskirina vê qadê de, dibe ku arasteya bihayê Bitcoinê biguhere û ber bi bilindbûneke bilez ve here.
Astên piştgiriyê
Berevajî vê yekê, qada yekem a sereke ya ji bo şopandina daketina biha qada 77 hezar dolaran e.
Eger ev ast neyê parastin û biha dakeve bin 75 hezar dolaran, dê arasteya bilindbûnê ya bihayê Bitcoinê bi temamî lawaz bibe.
Ev yek jî dibe sedem ku bihayê Bitcoinê heta derdora 72 hezar dolaran dakeve.


