Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Şamaran Petroleumê encamên xwe yên darayî û operasyonel ên çaryeka sêyemîn û 9 mehên yekem ên 2026an eşkere kirin.
Şamaran Petroleum yek ji wan şirketên petrolê ye ku li Herêma Kurdistanê pişkên wê di nav qadên Etrûş û Sersingê de hene.
Li gorî rapora şirketê, piştî rawestandina çend mehan a ji ber şerê Îranê, hilberîn û hinardekirina petrolê li her du qadan dîsa dest pê kiriye.
Hilberîna rojane ya her du qadan jî gihîştiye nêzîkî 52 hezar bermîlan.
Li gorî ragihandina şirketê, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya di ser boriya Herêma Kurdistan-Tirkiyeyê re bi awayekî berdewam zêde bûye.
Dahata şirketê di çaryeka sêyemîn de gihîştiye 84,6 milyon dolaran. Ev hejmar li gorî 28,9 milyon dolarê heman çaryeka sala 2025an, ji sedî 193 zêdetir e.
Di heyema 9 mehên yekem ên 2026an de jî tevahiya dahata wê gihîştiye 140,4 milyon dolaran.
Ev jî li gorî 100.2 milyon dolarê heman heyama 2025an, zêdebûneke berçav e.
Piştî şer û êrişên dronan hilberîn zêde bû
Hilberîn û hinardekirina petrolê ya li qadên Etrûş û Sersingê, di nîveka Tebaxa 2026an de dîsa dest pê kir.
Ev qad ji Adara 2026an ve ji ber rewşa ewlehiyê ya herêmê hatibûn rawestandin.
Her wiha şirketên din ên navneteweyî yên petrolê yên li Herêma Kurdistanê jî di heman demê de hilberîna xwe rawestandibûn.
Di çaryeka sêyemîn de, hilberîna rojane ya giştî ya her du qadan 32 hezar bermîl bû.
Ev yek, li gorî 47.6 hezar bermîlên heman çaryeka 2025an, ji sedî 33 kêmtir e.
Ev kêmbûn ji ber rawestandina hilberînê ya ji bo maweya 28 rojan bû.
Di çaryeka duyemîn a 2026an de, dema ku qad ji ber şer hatibûn rawestandin, hilberîna rojane tenê 1,9 hezar bermîl bû.
Lê niha hilberîna her du qadan gihîştiye nêzîkî 52 hezar bermîlên rojane.
Hilberîna qada Etrûşê di çaryeka sêyemîn de 26,6 hezar bermîl bû û niha nêzîkî 40 hezar bermîl e.
Di wê maweya çaryekê de ku qad nehatibû rawestandin, Etrûşê nêzîkî 41,5 hezar bermîlên rojane hildiberand.
Hilberîna Sersingê 5,4 hezar bermîl bû û niha gihîştiye nêzîkî 12 hezar bermîlan.
Hilberîna Sersingê piştî çakkirina wan zererên ku di çaryeka yekemîn a 2026an de ji ber êrişên dronan çêbûbûn, gav bi gav zêde bûye.
Pişka rojane ya Şamaranê ku ji sedî 50ê Etrûşê û ji sedî 18ê Sersingê ye, di çaryeka sêyemîn de 14,3 hezar bermîl bû û niha nêzîkî 22,2 hezar bermîl e.
Şirket plan dike ku ji bo maweya sala 2026an hilberîna Sersingê zêdetir bike.
Di vê çarçoveyê de ew dixwaze bîrên rawestayî bixe kar û li her du blokan jî teknolojiya dîtina dronan dabîne.
Dahat sê qat, qezenc çar qat bû
Serok û Birêvebirê Cîbicîkar ê Şamaranê Garrett Soden diyar kir ku encamên vê çaryekê, şiyana qezenckirina sermayeyên şirketê ya di hawîrdora niha ya nirxê petrolê de nîşan didin.
Wî destnîşan kir ku dahata beriya daxistina faîz, bac, daketin û xerciyên lêgerînê (EBITDAX), li gorî heman çaryeka 2025an zêdetirî çar qatî bûye.
Ev yek, “Tevî ji destdana hilberîna mehekê ya ji ber rawestandina hilberînê ya ji ber şerê Îranê" pêk hatiye.
Şirket, sedema vê zêdebûna dahat û qezencê bi du faktorên sereke ve girê dide: Zêdebûna nirxê petrolê di bazarên navneteweyî de û firotina petrolê bi nirxê cîhanî bi rêya boriya Herêma Kurdistan-Tirkiyeyê.
Di beramber de, di piraniya çaryeka sêyemîn a 2025an de petrol li bazara navxweyî dihat firotin.
Nirxê pak ê her bermîla petrola her du blokan di vê çaryekê de bi texmînî 107,23 dolar bû.
Ev jî li gorî 34,76 dolarê heman maweya sala borî, ji sedî 208 zêdetir e.
Marjînal qezenca giştî ya ji firotina petrolê di çaryeka sêyemîn de gihîştiye 69,6 milyon dolaran.
Ev rêje li gorî 9,3 milyon dolarê çaryeka sêyemîn a 2025an, ji sedî 648 zêdetir e.
EBITDAXa rastkirî jî gihîştiye 76 milyon dolaran.
Ev yek li gorî 17,9 milyon dolarê heman maweya sala borî, ji sedî 325 zêdebûnekê nîşan dide.
Pereyê neqdî ya ji çalakiyên operasyonel 12,9 milyon dolar bû, bi zêdebûna ji sedî 119.
Şirket pêşbînî dike ku ev mîqdar di çaryekên pêş de bi awayekî berçav zêde bibe.
Ji ber ku beşeke mezin a dahata firotina çaryekê û dravdanên temamker, piştî dawiya çaryeka sêyemîn tên wergirtin.
Peymana sêqolî û dravdanên temamker
Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya di boriya Herêma Kurdistan-Tirkiyeyê re, di 27ê Îlona 2025an de dîsa dest pê kiribû.
Ev pêvajo li gorî peymana sealî ya demkî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Îraqê û çend şirketên petrolê yên navneteweyî de berdewam dike.
Ew peyman heta 27ê Kanûna Paşîn a 2027an hatiye dirêjkirin.
Tê pêşbînîkirin ku piştî şirketeke şêwirmendiyê ya navneteweyî fatûreyên şirketan bi girêbestên parvekirina berhemê re bide ber hev, peymaneke demdirêj were îmzekirin.
Şamaranê di 15ê Çiriya Pêşîn de ragihand ku dravdanên temamker dest pê kirine.
Ev yek, piştî ku SOMOyê di bernameya barkirinê ya meha Çiriya Pêşîn de barhilgirên petrolê yên zêde ji bo şirketan diyar kirin, pêk hat.
Ev, ji bo qerebûkirina wan pereyan e ku di firotina hinardekirinê ya di navbera meha Îlon û Kanûna Pêşîn a 2025an de kom bûbûn.
Ev qerebûkirin bi nirxê temam ê navneteweyî tê kirin.
Şirketê ji piştî dawiya çaryeka sêyemîn ve, 26,7 milyon dolar ji dahata firotina petrolê û dravdanên temamker wergirtiye.
Hemrîn, tevlîbûn û bonda nû
Şamaranê di 20ê Çiriya Pêşîn de hevkariya xwe ya bi şirketa HKN Energyê re berfirehtir kir û derbasî Qada Hemrînê ya Îraqa federal bû.
Li gorî vê peymanê, Şamaran dê bibe xwediyê ji sedî 25ê pişkên şirketa HKN Hamrin Ltd.
Ev şirket, ji sedî 100ê girêbesta bipêşxistin û hilberîna qadê li dest e. Pêvajo di 9ê Çiriya Paşîn de bi dawî bû.
Her di heman rojê de, Şamaranê peymana tevlîbûnê bi şirketa Gulf Keystone Petroleum re îmze kir.
Li gorî wê peymanê, dê Gulf Keystone wekî qewareya qanûnî bimîne.
Tê pêşbînîkirin ku pêvajo di nîveka 2027an de temam bibe.
Di 21ê Çiriya Pêşîn de jî şirketê bondeke nû ya bi buhayê 200 milyon dolarî û maweya pênc salan derxist.
Dema vê bondê di 2031ê de bi dawî dibe û rêjeya faîza wê ya salane ji sedî 10,25 e.
Dahata vê bondê dê ji bo fînansekirina dubare ya bonda kevn a şirketê bê bikaranîn.
Dema bonda kevn di 2029an de bi dawî dibû û rêjeya faîza wê ji sedî 12 bû.
Her wiha ev dahat dê ji bo fînansekirina hilberîna li Qada Hemrînê jî were bikaranîn.
Heta 9ê Çiriya Paşîn a 2026an, Şamaran xwediyê 69,2 milyon dolar pereyê neqdî û 200 milyon dolar deyn bû.
Deyna wê ya pak jî 130.8 milyon dolar bû.



