کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Aborî

Bazirganên Kurdistanê ji bazara Merterê dûr dikevin

Ferdî Sak

Ferdî Sak

15-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Ferdî Sak
Ferdî Sak15-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî
Aborî18-11-2026

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû
Aborî17-11-2026

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe
Aborî16-11-2026

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Bazara tekstîlê ya Merterê ya li Stenbolê ku wekî dilê sektora tekstîla Tirkiyeyê tê naskirin û ji bo bazirgan û dikandarên Herêma Kurdistanê navendeke girîng a kirîna cil û bergan e, êdî wekî berê kiryaran li xwe kom nake.

Di salên dawî de kiryarên ji Herêma Kurdistanê her ku diçe li vê bazarê kêm dibin.

Li gorî esnafên Merterê, sedemên sereke yên vê rewşê bilindbûna bihayê kel û pelan, zêdebûna lêçûnên kargoyê û heqdestê karkeran e li Tirkiyeyê.

“Divê gumrik bê kêmkirin”

Dikandarekî li Stenbolê li ser rewşa bazarê wiha axivî:

“Li Tirkiyeyê heqdestê karkeran jî zêde bûye, dema ku ev zêde dibe nirxê şalan jî zêde dibe. Em dixwazin çareyekê ji vê rewşê re bibînin û gumrikê kêm bikin da ku esnaf û dikandarên Kurdistanê bên vê derê kirîn û firotina xwe bikin û vegerin.”

Bazirganê ji Zaxoyê: Lêçûnên veguhastinê ji sedî 43 zêde bûne

Şivan Ekrem bazirgan û dikandarekî ji Zaxoyê ye û 13 sal in di vê sektorê de dixebite.

Ew eger her meh nebe jî mehek û nîv an du mehan carekê ji bo kirîna cila diçe Merterê.

Ekrem dibêje ji bilî zêdebûna bihayê cilan yek ji astengiyên din ên li pêşiya wan zêdebûna lêçûnên veguhastinê ye ku tenê di nava mehekê de ji sedî 43 zêde bûye.

Bi gotina wî, bihayê hinek berheman di mehekê de 2 heta 3 dolaran zêde dibe û ev yek bûye sedema kêmbûna kiryarên wî yên li Herêma Kurdistanê.

Dikandarê li Zaxoyê Şivan Ekrem rewşa xwe wiha tîne zimên:

“Em ji vê derê cilan dikirin û tînin li Zaxo, Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê difiroşin. Ez dikandar im û dikana min li Zaxoyê ye lê çi dema ku ez têm vê derê nirx gelekî zêde dibin.

Vê carê jî em ji bo zivistanê hatine lê bawer bikin 2 heta 3 dolar çûye ser nirxê blûzan. Ev yek me dilteng dike û ji ber bihabûnê kiryarên me jî kêm bûne.”

Nêzîkî 200 şirketan kargehên xwe veguhastine welatên din

Sektora tekstîlê li Tirkiyeyê di salên dawî de bi yek ji krîzên herî mezin ên dîrokê re rû bi rû bûye.

Li gorî Komeleya Pîşesazkarên Cil û Bergan a Tirkiyeyê, sala borî piştî 35 salan cara yekem pişka wî welatî di bazara tekstîlê ya cîhanê de daket bin ji sedî 3yan.

Piştî 30 salan jî di bazara Yekîtiya Ewropayê de heman rêje daket bin ji sedî 5an.

Her wiha nêzîkî 200 şirketên berhemanîna cil û bergan ên Tirkiyeyê ji ber bihabûn û zêdebûna xerciyan kargehên xwe veguhestine welatên wekî Misir, Fas û Tunisê.

Nûçeyên Têkildar

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî
Aborî18-11-2026

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû
Aborî17-11-2026

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe
Aborî16-11-2026

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe

Pirsên