Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê dolar îro li beramberî tumen daketiye.
Bihayê dolar doh 700 tumenan zêde bû û gihîşt 173 hezar û 700 tumenan lê îro 900 tumenan daket û niha dolarekî Amerîkî bi 172 hezar û 800 tumenan tê firotin.
Di 24 demjimêrên borî de bihayê herî bilind ê dolar 175 hezar û 300 tumen bû û bihayê herî kêm jî 172 hezar û 200 tumen bû.
Bihayê niha yê dolar ê li beramberî tumen li gorî hefteya borî bi rêjeya ji sedî 0,58ê zêde bûye.
Lê di 6 mehên borî de bi qasî ji sedî 44,36an zêde bûye.



.webp&w=3840&q=75)