کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Xwirek / Wêne: Torên civakî

Xwirek / Wêne: Torên civakî

Aborî

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî zêde çi tên îsrafkirin?

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

03-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran03-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî
Aborî18-11-2026

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû
Aborî17-11-2026

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe
Aborî16-11-2026

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK), sala borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê koma xwirekê ya ku herî zêde hatiye îsrafkirin fêkî û sebzeyên teze bûne.

Li gorî amarên ku ji aliyê Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) ve hatine parvekirin, sala borî rêjeya herî bilind a îsrafê bi ji sedî 39,7an di beşa fêkî û sebzeyên teze de hat tomarkirin, nan jî bi ji sedî 32,5an di rêza duyem de cih girt.

Encamên lêkolînê nîşan didin ku beşeke girîng a berhemên ku tên kirîn bêyî ku werin xwarin tên avêtin.

Hat diyarkirin ku sedema herî mezin a îsrafa xwirekê xerabbûna wan e.

Xwirekên ku herî zêde tên îsrafkirin

Xwirekên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî zêde tên îsrafkirin hatin eşkerekirin.

Li gorî amarên TUÎKê komên xwirekê yên ku herî zêde tên îsrafkirin wiha hatin rêzkirin:

·         Fêkî û sebzeyên teze: Ji sedî 39,7

·         Nan: Ji sedî 32,5

·         Şîr û berhemên şîr: Ji sedî 15,1

·         Baqliyatên hişk: Ji sedî 5,9

·         Meqerne: Ji sedî 2,7

·         Goşt û berhemên goşt: Ji sedî 2,7

Amaran, bi taybetî di berhemên ku temenê wan ê refê kurt e de, girîngiya plankirina xerckirinê anî rojevê.

Sedema sereke xerabbûn e

Di lêkolînê de hat vekolîn ka çima bikarhêner berhemên xwirekê davêjin çopê.

Li gorî vê yekê, hat tesbîtkirin ku ji sedî 74,4 ji ber xerabbûnê, ji sedî 12,1 ji ber derbasbûna dema bikaranînê, ji sedî 6,3 jî ji ber kirîna zêde yan jî pijandina zêde berhem nayên xwarin.

Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku rêbazên rast ên hilanînê û kirîna plankirî di kêmkirina îsrafê de roleke krîtîk dilîzin.

Rêjeya kesên lîsteyê amade dikin

Di amarên li ser xerckirinê de plankirina kirînê jî derket pêş û li gorî amarên sala 2025an, ji sedî 54,4 bi lîsteyê derdikevin kirînê, ji sedî 14,9 li gorî bihayan tiştan dikirin û ji sedî 14,4 jî bê plan tiştan dikirin.

Hat dîtin ku rêjeya amadekirina lîsteya kirînê li malbatên ku dahata wan kêm e bilindtir e.

Xwirekên mayî didin ajelan

Di nav rêbazên ku ji bo kêmkirina îsrafa xwirekê tên tercîhkirin de, dayîna berheman a ajelan di rêzên pêşîn de cih girt.

Rêjeya kesên ku vê rêbazê bi kar tînin sala 2024an ji sedî 27,3 bû lê sala 2025an derket ji sedî 28,7an.

Nûçeyên Têkildar

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî
Aborî18-11-2026

Banka Bajaran ji budceya şaredariyan ji sedî 27 birî

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû
Aborî17-11-2026

Bihayê zêr nêzîkî asta herî kêm a zêdetirî salekê bû

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe
Aborî16-11-2026

Krîza li sektora tekstîlê ya Tirkiyeyê kûrtir dibe

Pirsên