کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
TENDURISTÎ

Yekîtiya Ewropayê hişyarî da: Madeyên hişbir zêde dibin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

10-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran10-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin
TENDURISTÎ18-11-2026

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 34 hezar kes bi penceşêra pişikê dikevin
TENDURISTÎ16-11-2026

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 34 hezar kes bi penceşêra pişikê dikevin

BERLÎN - Konferansa Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê tê lidarxistin
TENDURISTÎ14-11-2026

BERLÎN - Konferansa Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê tê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Madeyên Hişbir a Yekîtiya Ewropayê (EUDA) raporeke nû amade kir.

Ajans dibêje ku niha corên madeyên hişbir gelekî zêde bûne û her ku diçe diguherin.

Li gorî raporê, li Ewropayê di salekê de 7 hezar û 600 kes ji ber bikaranîna zêde ya madeyên hişbir mirine.

Berpirsê Yekîtiya Ewropayê Magnus Brunner li Brukselê rapor da nasîn û got ku ev mirin nîşan didin bê ma madeyên hişbir çi zerera zêde didin mirovan.

Her wiha hat gotin ku niha dîtin û kirîna van madeyan gelekî hêsan bûye.

Madeyên nû û xeter

Birêvebira Ajansê Lorraine Nolanê diyar kir ku bazara madeyên hişbir gelekî bilez diguhere û got:

"Kesên madeyên hişbir bi kar tînin, gelek caran nizanin ku madeyên pir xurt dikirin."

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku hema bêje her hefte madeyeke nû ya kîmyewî derdikeve û madeyên nû bandoreke xerab li hiş, mîzac û tevgerên mirovan dikin.

Ciwan di bin rîskê de ne

Ajansê hişyarî da ku metirsiyeke pir li ser ciwanan heye çimkî hilberîner êdî madeyên kîmyewî dixin nav esrarê (heşîş) û her wiha di nav cixareyên elektronîk û xurekan de jî bi kar tînin û bi vî rengî dixwazin ciwanên nû bixin xefika xwe.

Kokaîn hêsantir tê dîtin

Divê were gotin ku li Ewropayê bikaranîna kokaînê hîn di asteke bilind de ye. Sala borî nêzîkî 4 milyon û 300 hezar kesan kokaîn bi kar aniye.

Magnus Brunner jî bal kişand ser vê yekê û biland, "Gihiştina kokaînê îro ji her demê hêsantir e."

Li aliyê din, qaçaxçî jî rêyên xwe diguherînin. Ew êdî ne tenê benderên mezin, benderên biçûk jî bi kar tînin.

Her wiha bi alîkariya botên bilez û dronan, li ser deryayê madeyan radestî hev dikin.

Her çi qasî polîsan sala borî 330 ton kokaîn girtibe jî tê gotin ku qaçaxçîtî hîn jî berdewam dike.

Pirsên