کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêneyekî temsîlî  Arşîv

Wêneyekî temsîlî Arşîv

TENDURISTÎ

Vexwarinên enerjiyê ji dilê we re ne baş in

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

18-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran18-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin
TENDURISTÎ18-11-2026

Çermê serê wê di maşîna go-kartê de jê bûbû: Piştî emeliyata 7 demjimêran hat dirûtin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 34 hezar kes bi penceşêra pişikê dikevin
TENDURISTÎ16-11-2026

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 34 hezar kes bi penceşêra pişikê dikevin

BERLÎN - Konferansa Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê tê lidarxistin
TENDURISTÎ14-11-2026

BERLÎN - Konferansa Komeleya Bijîşkên Kurd a Almanyayê tê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporekî nexweşiyên dil ê li Amerîkayê ragihand ku vexwarinên enerjiyê tansiyona xwînê bilind dikin.

Ev yek guvaşeke zêdetir li ser dil û rehên xwînê çêdike û dibe sedema krîz û sistbûna dil.

Pisporê nexweşiyên dil Dr. Cheng-Han Chen eşkere kir ku xwarin û vexwarin bandoreke rasterast li ser bilindbûna tansiyona xwînê dikin.

Wî anî zimên, dibe ku ev rewş bi zerereke mezin û metirsîdar a wekî mirinê bi dawî bibe.

Zererên vexwarinên enerjiyê

Li aliyê din, Pisporê Dil ê li Nexweşxaneya Northwell's Lenox Hillê ya Amerîkayê Dr. Husam Hemûd jî li ser mijarê axivî.

Dr. Hemûd destnîşan kir ku di nav vexwarinên enerjiyê de rêjeyeke zêde ya kafeîn û madeyên dehfder (teşwîqker) heye û ev hemû jî zererê didin dil.

Li gorî gotinên Dr. Husam, dema vexwarinên enerjiyê tansiyona dil bilind dikin, masûlkeyên dil jî stûr dikin û wan sist dikin.

Her wiha Pisporê Dil ê li Zanîngeha Ohioyê ya Amerîkayê Dr. Blair Suter jî li ser van vexwarinên enerjiyê got:

"Rojane kêmtirî 400 mîlîgram kafeîn ji bo mirovan asayî ye lê di qutiyeke 250 mîlîlîtreyî ya vexwarina enerjiyê de 80-110 mîlîgram kafeîn heye."

Wî eşkere kir ku mirov ji vexwarinên din jî kafeînê werdigirin û di nav vexwarinên enerjiyê de madeyên parêzvan, şekirê zêdekirî û madeyên çalakker ên metirsîdar hene.

Lîsteya nexweşiyan

Li gorî Navenda Kontrolkirin û Rêlibergirtina Nexweşiyan a Amerîkayê (CDC) û Enstîtuya Tenduristiyê ya Neteweyî (NIH), eger mirov kafeîneke zêde wergire, dê di demeke kurt an jî dirêj de rastî van pirsgirêkan bê:

-          Gurmegurma dil û netekûziya lêdana dil

-          Fikar û endîşe

-          Pirsgirêkên pergala ferikandinê

-          Bilindbûna tansiyona xwînê

-          Krîz

-          Lerzîn

-          Serêş

-          Zêdemîzkirin

-          Hişkbûna laş

-          Têkçûna xewê

-          Zêdebûna îhtimala jiberçûna zarokan

-          Pirsgirêkên di mijîna dermanan de (dermanên tîroîd, hesin û nexweşiya ADHDyê)

-          Tûşbûn (bengîbûn)

-          Lawazî û bêhêzî

Pirsên