Hewlêr (Rûdaw) - Bi germbûna hewayê û hatina demsala havînê re, kelmêş jî çalak dibin û dema ku kelmêş çalak dibin, êdî bi pêvedana xwe mirovan aciz dikin.
Li gorî pisporan û encamên lêkolînên cîhanî, hinek sedem û taybetmendiyên laşê mirovan wisa dikin ku kelmêş zêdetir bi hinek kesan ve bidin.
Gelek caran em dibihîzin ku dema hinek kes diçin derve yan jî rûniştine, kelmêş zêde bi wan vedidin.
Di heman demê de kelmêşek jî bi hevalên wan ên li heman jûrê venade, eger tu jî di rewşeke wiha de yî, tu ne bi tenê yî.
Li gorî lêkolînan, kelmêş bi awayekî berdewam bi ji sedî 20ê xelkê vedidin û ev kes ji yên din zêdetir rastî pêvedana kelmêşan tên.
Ev sedemên li xwarê dikarin bibin sedem ku kelmêş zêdetir an jî kêmtir bi we vebidin:
Bêhna laş
Lêkolînerên Beşa Biyolojiyê ya Zanîngeha Californiayê diyar kir ku laş çend pêkhateyên wekî amonyak û asîda laktîkê berhem tîne û ev pêkhate wekî magnetê kelmêşan dikişînin.
Lêkolerên Zanîngeha Rockefellerê ya Amerîkayê jî eşkere kir ku asîda karboksîlîk a ku çerm ji bo hilmê derdixe, kelmêşan zêdetir ber bi xwe ve dikişîne.
Rengê cil û bergan
Lêkolîneke sala 2024an a Enstîtuya Tenduristiyê ya Neteweyî ya Amerîkayê destnîşan kir ku eger mirov cil û bergên rengtîr li xwe bikin kelmêş dê wan zêdetir bibînin.
Rengên wekî reş, şîn, kesk û sor bala kelmêşan dikişînin.
Cureyê xwînê
Li gorî Enstîtuya Neteweyî ya Dil, Pişik û Xwînê ya li Afrîka û Amerîkayê, kelmêş bi hinek proteînên di nav xwînê de dijîn. Ev proteîn ji bo wan wekî xwarinê ne.
Ji ber vê yekê ew hinek cureyên xwînê baştir dibînin.
Wekî mînak kelmêşa Aedes albopictusê ji xwîna cureya Oyê hez dike lê kelmêşa Anopheles gambiaeyê ji koma xwînê ya AByê hez dike.
Bê guman kelmêş bi rêya wan sînyalên ku laş derdixe cureyê komê nas dikin.
Li gorî rêzbendiyê kelmêş herî zêde ji koma xwînê ya Oyê, paşê Byê û paşê jî Ayê hez dikin.
Gaza karbondîoksîtê
Zanîngehên Wisconsin û Rockefellerê diyar kir ku kelmêş ji gaza karbondîoksîtê hez dikin û ji dûr ve pê dihesin.
Kelmêş bi taybetî zêdetir diçin ba wan kesên ku nefesa dirêj didin der, kesên ku werzişê dikin an jî ducanî ne zêdetir karbondîoksîtê didin der.
Germahiya laş
Lêkolerên Zanîngeha Chariteyê ya Almanyayê û lêkolîneke kovara Natureyê ragihand ku kelmêş ji jîngeha germ û bi ritubet hez dikin.
Ji ber vê yekê ew li cihên germ digerin. Di dema xwêdan û werzişê de laş germ dibe û kelmêş jî zêdetir ber bi wan kesan ve diçin.
Vexwarina alkolê
Li gorî lêkolîna analîtîk a PubMedê û Saziya Amerîkayê ya ji bo Kontrolkirina Kelmêşan, kelmêş zêdetir bi wan kesan vedidin ku alkolê vedixwin.
Îhtimala pêvedana kelmêşan li cem van kesan ji yên ku alkol venexwariye zêdetir e.
Cureyên bakteriyên li ser çerm
Navenda CDCyê eşkere kir ku gelek bakterî û mîkrob li ser çerm dijîn.
Ev bakterî bi xwêdana laş re bêhneke taybet didin der û ev yek bala kelmêşan dikişîne.
Eger li ser çermê hinek kesan bakterî kêm bin û xwêdana wan bêhn nede, kelmêş kêmtir bi wan vedidin.



