Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserê cîhanê nêzîkî 1,2 milyar kesan, anku ji her pênc kesên mezin yek bi berdewamî berhemên tûtinê bi kar tîne.
Li gorî amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC), her sal ji ber bikaranîna tûtinê zêdetirî 7 milyon kesan dimirin
Ji van, zêdetirî 1,3 milyon kesan qet cixareyê nakişînin. Ew tenê ji ber dûxana derdora xwe (cixarekêşên pasîf) dimirin.
Zerera salane ya cixareyê li ser aboriya cîhanê ji 1,4 trilyon dolarî derbas bibe.
Di heman demê de Çîn di rêza yekem a kişandina cixareyê de cih digire.
Bikaranîna tûtinê dibe sedema gelek pirsgirêkên giran ên tenduristiyê.
Nexweşiyên wekî penceşêr, nexweşiyên dil û damaran, felc û nexweşiyên kronîk ên pişikê di rêza yekem de ne.
Her wiha tûtin dibe sedema lawazbûna pergala parastina laş, kêmbûna zayînê û mirinên pêşwext.
Li gel nexweşiyên dil û rêyên nefesê, tûtin ji bo zêdetirî 20 cureyên penceşêrê sedemeke sereke ye.
Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku tevî tûtin her sal dibe sedema mirina bi milyonan kesan jî, ew bi qasî vîrusa Koronayê (Covid-19) wekî gefeke mezin a cîhanî nayê dîtin.
Lê rastî ew e ku mirinên ji ber tûtinê her sal bi heman lezê didomin.
Bi milyonan mirov ji ber vê yekê rûbirûyî seqetî, nexweşiyên kronîk û daketineke berçav a kalîteya jiyanê dibin.
Li gel cixareyê, nêrgîle, puro, tûtina pîpoyê, berhemên tûtinê yên germkirî û yên bêdûxan jî bi berfirehî tên bikaranîn.
Lê belê rayedarên tenduristiyê tekez dikin ku tu yek ji van berheman ne bêziyan e.
Dûxana derdorê canê milyonan kesî distîne
Li gorî amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, her sal zêdetirî 7 milyon kesan yekser ji ber nexweşiyên tûtinê dimirin.
Lê 1,3 milyon kesên din jî hene ku di jiyana xwe de qet cixare nekişandine. Ew tenê ji ber ku li ber dûxana kesên din mane canê xwe ji dest didin.
Nêzîkî ji sedî 80yê cixarekêşên cîhanê li welatên xwedî dahata kêm û navîn dijîn.
Li van welatan, girêdayîbûna bi tûtinê hem barekî giran dixe ser pergalên tenduristiyê, hem jî dibe sedem ku di budceyên malbatan de li şûna hewcedariyên bingehîn ên wekî xwarin û stargehê, pere ji tûtinê re were veqetandin.
Tê texmînkirin ku zerera salane ya cixareyê li ser aboriya cîhanê ji 1,4 trilyon dolarî derbas dibe.
Di nav vê zererê de lêçûnên tenduristiyê, windakirina hêza kar û kêmbûna berhemdariyê hene.
Di bikaranîna cixareyê de Çîn yekem e
Li cîhanê salane nêzîkî 5 trilyonan cixare tên kişandin. Nêzî nîvê vê hejmarê tenê li Çînê tê xerckirin.
Li wî welatî her sal nêzîkî 2,4 trilyonan cixare tên firotin û zêdetirî 300 milyonan cixarekêş lê hene.
Li gorî amarên navneteweyî, navbera salên 2003 û 2023yan, kişandina cixareyê li seranserê cîhanê ji sedî 26 kêm bûye.
Lê belê di heman heyamê de ev rêje li Çînê ji sedî 39 zêde bûye.
Piştî Çînê, Endonezya tê. Li wî welatî ji sedî 34,5ê mezinan (ku dike nêzî 70,2 milyon kesî) tûtinê bi kar tînin.
Her wiha zêdebûna bilez a bikaranîna cixareyên elektronîk jî balê dikişîne.
Lîsteya welatên ku herî zêde cixareyê dikişînin wiha ye:
Çîn
Endonezya
Hindistan
Rûsya
Amerîka
Japonya
Tirkiye jî bi zêdetirî 20 milyon cixarekêşên xwe, di rêzên pêş ên lîsteyê de cih digire.
Rêjeya herî bilind li Balkanan e
Dema ku di hejmara giştî de welatên qerebalix derdikevin pêş, di rêjeya bikaranîna cixareyê ya li gorî nifûsa mezinan de welatên Balkanan balê dikişînin.
Li gorî amarên Tobacco Atlasê, rêjeya kişandina cixareyê di nav mezinan de li van welatan wiha ye:
Sirbistan: Ji sedî 30,8
Endonezya: Ji sedî 28,7
Bulgaristan: Ji sedî 26,1
Tirkiye, Yunanistan û Bosna Hersek jî di nav welatên xwedî rêjeya herî bilind de tên nîşandan.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî Bulgaristan, Makedonyaya Bakur û Sirbistanê li Ewropayê wekî welatên ku cixare lê herî zêde tê kişandin dinirxîne.
Bikaranîna cîhanî kêm dibe lê berhemên nû metirsiyê çêdikin
Her çi qas li hinek welatan hejmar zêde bibe jî, bikaranîna tûtinê li cîhanê di dema dirêj de ber bi kêmbûnê ve diçe.
Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya 2025an, hejmara cixarekêşan ku 2000î 1,38 milyar bû, sala 2024an daketiye 1,2 milyarî.
Lê dîsa jî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî dide ku cixareyên elektronîk û berhemên nîkotînê yên nû, bi taybetî di nav ciwanan de pêlên nû yên girêdayîbûnê derdixin holê.



